7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîm bi destûra HSD’ê bi cih bûye

Hewldanên Tirkiyeyê yên êrîşeke nû ya dagirkirina deverên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û ji bo vê jî diçe ber lingên her kesî. Lê heta niha bi awayekî şênber ji van hewldanên Tirkiyeyê encameke derneketiye. Lê rayedarên Tirkiyeyê daxuyaniyên xwe yên vê derbarê de didomînin û angaşt dikin ku kîjan dema pêwîst bike ji bo dagirkirina Rojava dê êrîş bikin.

Li dijî van hewldanên Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve Rewşa Awarte hat îlankirin û bi Rejîma Baasê re hin hevdîtin hatin kirin. Di van hevdîtinan de li ser xalên leşkerî li hev hat kirin. Di vê çarçoveyê de hin hezên rejîmê bi armanca peşîgirtina êrîşên Tirkiyeyê bi çekên giran li deverên Rêveberiya Xweser hatin bicihkirin.

Hevdîtina wan ne siyasî ye

Derbarê van geşedanên li herêmê de me xwe gihand alîkarê hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd û jê nêrîn girt. Bedran Çiya Kurd, diyar kir ku bi çavdêriya Rûsyayê HSD û Artêşa Sûriyeyê ji bo herêmên Minbic û Kobanê li hev kirine û wiha got: “Di encama vê lihevkirinê de lêşkerên Sûriyeyê bi kordînasyona HSD’ê li herêmê hatin bicihkirin. Di heman demê de hin çekên giran jî hatin bicihkirin. Di asta siyasî de tu hevdîtinên fermî ango nîqaş bi Şamê re nehatine kirin.”

Kurd, xwest ku hikûmeta Şamê bizanibe gefên Tirkiyeyê bi yekbûna hemû pêkhateyên Sûriyeyê dikarin bên têkbirin û ev tişt got: “Divê ev têgihiştina lêşkerî baş were nirxandin. Ji bo lihevkirina lêşkerî û siyasî ya demdirêj ev lihevkirin pêwîst e. Hewceye rejîma Sûriyeyê polîtîkayên xwe di ber çavan re derbas bike. Divê rejîm berpirsiyartiya mezin ji bo çareseriyê bigire ser milê xwe û bi hemû aliyên Sûriyeyê re gaveke pratîkîbiavêje. Berovajiya vê dê rê li ber dagirkeriyeke nû ya Tirkiyeyê vebibe.”

Rewşa awarte pêwîstiyek bû

Di berdewama axaftina xwe de Kurd diyar kir ku seferberiya giştî li ser esasê ku hemû saziyên Rêveberiya Xweser amadekariyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asta herî jor de bikin hatiye îlankirin û ev nirxandin kir: “Divê sazî karên xwe li gorî rewşa awarte birêxistin bikin û rastiya rewşa şer bibînin. Gefên Tirkiyeyê her dem berdewam e: Divê em vê xetereyê bi awayekî cidî dibînin û tedbîrên xwe jî li gorî vê digirin. Hemû pêkhateyên gelên me ji bo parastina herêmê amade ne û bêguman dê berxwedan di vê çarçoveyê de bê meşandin.”

Kurd, ji bo çarçoveya Rewşa Awarte jî ev tişt anîn ziman: “Rewşa awarte di çarçoveya metirsiyên cidî de pêwîstiyek bû. Di heman demê de Rêveberiya Xweser dê gavên erênî biavêje. Ev seferberî ji bo hemû saziyan derbasdar e. Metirsiyên heyî bibînin û avakirina maseyên krîzê û ofîsên kordînasyonê vekin. Di heman demê de tevgera gelêrî li gorî xwe ragihîne, bi giştî ev gav ji bo parastina herêmê ye û xwedî derketina li van saziyan e û parastina wan a li dijî êrîşa Tirkiyeyê ye.” Dixwaze NATO’yê bike şirîkê xwe

Rejîm bi destûra HSD’ê bi cih bûye

Di axaftina xwe de Kurd, bal kişand ser hevdîtinên dîplomatîk ên heyetên Amerîka, Fransa û Ingîlistanê yên li herêmê û derbarê mijarê de ev tişt got: “Ji bo şerê li dijî terorê peyama piştgiriyê bidin HSD’ê pir serdan li herêmê çêbûn. Her wiha bi van serdanan hat xwestin ku piştgiriya aramiya herêmê bê kirin û li dijî gefên Tirkiyeyê bi awayekî fermî berteka siyasî bê nîşandan. Lê di nêrîna me de ev yek têrê nake. Pêwîstî bi hin gavên pratîkî hene ku li ser vî erdî werin avêtin. Divê bikaribin rê li pêşiya dagirkeriya Tirkiyeyê bigirin.”

Kurd, destnîşan kir ku ew bi lihevkirina di navbera Tirkiye û dewletên NATO’yê de dibînin ku Tirkiye dixwaze NATO’yê jî bike hevkarê qirkirin û şerê xwe yê li dijî gelên herêmê û bi van gotinan dawîi li axaftina xwe anî: “Dibe ku hin lihevkirin di nava her du aliyan de hebin, lê ev yek wê pir xirab be. Di encamê de ji ber ku wê ev yek li ser hesabê gelên herêmê û bazirganiyeke li dijî nirxên demokratîk be, wê rê li ber şerê terorê veke. Wê ev bibe piştgiriya ji DAIŞ û El Kaîdeyê re û her wiha dê rê li ber zedebûna êrîşên terorî veke. Ev jî ne tenê ji bo Rojava ji bo cîhanê xetereyeke mezin e. Hewceye ku hemû hêz di vî alî de nêzîkî dagirkirina Rojava bibe. Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe yên şoven NATO’yê bi kar tîne. Berxwedana gelê kurd xizmeta nirxên demokratîk, edaletê, şerê li dijî terorê dike û tenê rojek jî ji bo dewletên endamên NATO’yê nabe xetere.”