27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

14’ê Tîrmehê zagona azadiyê ye

Di dîroka her gelan de kêlî, dem û dîrokên girîng hene. Ev wate karektera gelan diyar dikin. Ev karekter çiqas xurt û binecih bin, xwebûna gel û neteweyî jî ewqas xurt dibe. Ev kêlî rêgezên nû datînin holê. Karekter û hişmendiya gel li ser van rêgezan zelal dibe. Çiqas rêyên çep û rast, fetlonekên tûj derkevin pêşiya gel jî di ronahiya van rêgezên zelal civak rêya xwe dibîne. Ev nirx, exlaq û mîrasekê çêdike. Ev mîras bi dehan ezmûnan tê ceribandin û çand derdikeve holê. Civakek xwedî karekter, hişmendî, rêgez û çand tu carî nakeve di nav metirsî û fikaran. Li hemberî hemû cureyên êrîşan bar çiqas giran be jî, bedel çiqas mezin bin bila bibin, bêteredut û guman li ber xwe didin.

Di dîroka kurd û Kurdistanê de jî 14’ê Tirmehê xwedî wateyek bi vî rengî ye. Ji bo gelê kurd afirandina kesateya nû ye. Ev kesayet zagona azadiyê di ser hemû zagonan de digire. Dema azadî dibe mijara gotinê hemû mijarên din bêwate dimînin. Azadî tekane rêya hebûn û xwebûnê ye.

Ji bo xwebûn bê parastin azadî şertê tekane ye. 14’ê Tîrmehê hemû nirxên kurd û Kurdistanê yên ku dagirker bi sedan salane êrîş dikin, li ser bingehek nû ji nû ve afirand. Pola di karekterê nifşên nû de da rûniştandin. Ji ber ku dagirker dema êrîşê civakekê dikin, hewl didin karekterê xwebûnê yên wî gelî bişkînin û li şûna wî karekterek nû yê hevkar biafirînin.

Ji bo em vê rastiyê fêm bikin divê em rewşa neteweya kurd a beriya 14’ê Tîrmehê binêrin. Beriya azadiya Kurdistanê karekterê kesek kurd di asta jor de hatibû têkbirin. Ji bo her netewan pîvana li hemberî îxanet û dagirkeriyê gelek girîng e. Di civak û neteweyên karekterê wan qewî de dagirkerî û îxanetkarî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Sitû tewandina li hemberî dagirkeriyê û hevkariya bi dagirkeran re wekî sûcê herî mezin tê dîtin. Cezayên herî girîng jî ji bo vê yekê tê dayîn. Ev di çanda civakên xwedî karekter de wisa ye, di zagonên dewletan de jî heman e. Tu civakên xwedî rûmet û karekter hevkariya bi dagirkeriyê û îxanetkariyê qebûl nakin.

Li Kurdistanê, dagirker herî zêde bi karektera kurdan leyîstin. Bi sedan sala hewl dan karekterek hevkar û li hemberî tirsek herî biçûk serî bitewîne, hevkariyê qebûl bike û îxanet li civaka xwe bike, derxist holê. Di vê mijarê de serkeftin jî.

Qasî karektera îxanetkariyê li Kurdistanê pêş xistin, ewqas bi hêsanî xwestin ku gelê kurd bêkarekter bikin û di bin dagirkeriya xwe de bihêlin. Ji bo vê jî îxanet û hevkariya bi dagirkeriyê re wekî nîşaneya serkeftina kurdan danîn holê. Li Kurdistanê îxanetkarî wekî tiştek baş û maqûl nîşandan. Li aliyê din êrîşî kurdên berxwedêr kirin û alîkariya kurdên îxanetkar û hevkar kirin. Wekî polîtîkayekê kurdên hevkar û îxanetkar di aliyê aborî, civakî û siyasî de xurt kirin.

Axa, beg, şêx, cerdevan, sîxûr û notirvan di nav civaka kurd de anîn asta otorîteyê. Wekî kesên di nav civakê de hêzdar, mûktedîr, bi rûmet û maqûl nîşandan. Bi vî awayî kesayeta îxanetkar wekî kesayeta maqûl û mînak bê girtin danîn pêşiya civaka kurd. Qasî ku êrîşî kurdên xwedî karektera azadî û berxwedanê kirin, ewqas jî pêşiya kurdên bêkarekter vekirin. Bi vî awayî ji bo statu û dewlemendiyê hevkariya bi serdestên tirk, ereb û eceman re mîna tekane rêya “rizgarî û xilasiya” şexsî û malbatî danîn ber gelê kurd. Ev karekter hat wê astê ku heta di demek dirêj beşek ji kurdan hewldan xwe wekî ereb, ecem û tirkan nîşan bidin. Ereb, ecem û tirkbûn bû rêya rihetî, hêzdarî û dewlemendiyê. Kurdbûn jî bû rêya girtin, kuştin, êş û bêçaretiyê. Rêberê gelan rêzdar Abdullah Ocalan ev yek wekî “dafika guran” destnîşan kir.

14’ê Tîrmehê berî her tiştî derb li dafika îxanet û hevkariya ku xwe ser kurdan ferz dike, xist. Karekterê hevkar û îxanetkar hedef girt. Hem jî di şexsê dagirkeran de hedef girt. Kurdên berxwedêr rêgeza kurdên îxanetkar ên “ji îxanet û hevkariyê pê ve rêyek din tune ye” ji binî ve têk bir û li şûna wê, “ji azadî û serxwebûnê rûmetir tiştek din tune ye” bi cih kir. Li şûna rê û rêgeza kurdên îxanetkar a wekî, “em bi dewletê nikarin” binpê kir û li şûna wê rêgeza kurdên berxwedêr ên digotin “berxwedan jiyan e” bi cih kir. Li şûna rêgeza îxanetkaran a wekî, “Em encax bi hevkariyê dikarin xwe bipêrazin” rêgeza, “îxanet û hevkarî sûcê mirovahiyê ye” bi cih kir. Bi van rêgezên nû li Kurdistanê pêvajoya rûreşkirin û şermezarkirina îxanet û hevkariyê dan destpêkirin.

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê dizanîn ku li hemberî dagirkeran afirandina karekterê berxwedêr hêsan nîne. Dizanîn ku divê ji bo vê yekê bedelên giran bên dayîn. Baş fêmkiribûn ku dagirker dê karekterê hevkar û îxanetkar ên li Kurdistanê afirandine dê heta dawiyê biparêzin. Dê hewl bidin ku li ser piyan bigirin. Zû bi zû dest ji vî karekterê îxanetkar bernedidan. Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê zehmetî û dijwariya kuştina karekterê îxanetkar û li şûna wî afirandina karekterê berxwedêr dizanîn. Bi zanîn û bi biryar ketin vê rêya rûmetê. Hemû zehmetî li ber çavan girtin û xwe ji hemû bedelan re amade kirin. Pêşengtiya vê rêya bi rûmet û rizgariya Kurdistanê girtin ser milên xwe.

Rêgeza, “tu zagon li ser zagona azadiyê nîne” ji xwe re kirin ala têkoşînê.  Heke zagona bingehîn azadî be, divê hemû zagonên din li gorî vê bên sererastkirin. Li ser vê bingehê zagonên kurdên bi karekter û berxwedêr hatin nivîsandin. Rûmeta neteweyî danîn pêşiya metirsî, fikar û berjewendiyên kesayetî. Tirsa îşkence, ceza û mirinê danîn dawiya van zagonan. Ji bo wê jî beriya her tiştî çeka tirsê ya dagirkeran ji destê wan girtin û berê wê dan singê dagirkeran. Ji ber ku zagona dewlemendî, statu û hêzdariyê ya dagirkeran çirandin, hemû çekên ku kurd pê dihatin bêkarekterkirin xistin sitûyê dagirker û hevkarên wan de.

Bi 14’ê Tîrmehê karektera kurdên li hemberî hemû zordarî û zehmetiyan dibêje, “berxwedan jiyan e” kete malzaroka dayikê. Di kesayeta şehîd Kemalan, Xeyriyan, Elî û Akîfan de li çar aliyên Kurdistanê şitil vedan. Di bin ala Tevgera Azadiya Kurdistanê de “îxanet û hevkariya” bi dagirkeran re wekî şerma dojehê lê hat. Kesên ji bo statu, dewlemendî û hêzdariya bi dagirkeran re bûn hevkar, wekî kesên lanetkirî hatin dîtin. Piştî bi sedan salan hevkar û îxanetkar careke din di civaka kurd de wekî kesên bêrûmet, bêheysiyet û bêşeref hatin dîtin. Kurdên berxwedêr jî wekî rûmet û nîşaneya gelê kurd hatin dîtin. Dîwarên dagirkeran bi berxwedana 14’ê Tîrmehê ve di şevekê de hat hilweşandin. Îxanetkar û hevkarên beriya 14’ê Tîrmehê bi rihetî li kuçe û kolanên Kurdistanê digeriyan lê piştî 14’ê Tîrmehê bi dizî ve û wekî keftaran xwe veşartin.

Ji wê rojê heta niha têkoşîn li ser vî esasî dimeşe. Dagirker bi israr dixwazin karekterê hevkar û îxanetkar ên gelê kurd li ser piya bigirin û mimkûn be bi hêz bikin. Ji bo wê jî statu, meqam û otorîteya dewletê bi kar tînin. Bi îhale û derfetên aborî xwe mezin dikin.

Dema ev bi têrê neke,  çekên dewletê dixin destê îxanetkar û hevkaran û bi vê hêzê dixwazin wan li ser piyan bigirin. Mîrateya ku 14’ê Tîrmehê afirandî û rêgezên danîn li holê jî hevkarî û îxanetkariya bi dagirkeran re wekî sûc û şerma herî mezin destnîşan dike. Sal bi sal karekterê hevkar û îxanetkaran qels dike û karekterên berxwedêr û azadîxwaz jî bi hêz dike. Şopên dagirkeran li Kurdistanê paqîj dike û pêşiya kurdên azad vedike.

Dagirkeriya tirk ev 7 sal in ji bo hevkar û îxanetkarên xwe li ser piya bigire û ji bo ku karekterê kurdên azad bişkîne hemû derfetên xwe seferber kirine. Şerê topyekûn dimeşîne. Lê di salvegera 14’ê Tîrmehê de em dikarin bi rihetî bibêjin ku karekterê kurdên berxwedêr ê bi zagonên 14’ê Tîrmehê hatiye teşedarkirin li her derê di nav têkoşîn û berxwedanek mezin de ye. Li qadên Medyayê, li Rojava,Rojhilat, Bakur û Başûr berxwedanek destanî dimeşîne. Tola hezar salan hem ji dagirkeran hem jî ji hevkar û îxanetkarên dagirkeran dipirse. Kêliya ku biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê hat dayîn, li Kurdistanê karekterê îxanetkar û hevkar ên kurd tunebû û di şûna wê karekterek berxwedêr û têkoşer afirand.

Hezar silav ji berxwedana 14’ê Tîrmehê re ku pêvajoya cezakirina dagirkerên Kurdistanê da destpêkirin. Hezar silav ji şehîdên 14’ê Tîrmehê re ku îxanet û hevkar li Kurdistanê careke din anîn asta laneta herî rûreş. Hezar silav ji pêşengên 14’ê Tîrmehê re ku zagona “tu tişt ji azadî û serxwebûnê rûmetir nîne” li mejiyên zarokên Kurdistanê belav kirin. Hezar silav lehengên li Kurdistanê tovê çanda “Berxwedan jiyan e” çand in. Di van demên ku dagirkerên dev bi xwîn bi çar aliyan ve êrîşî kurd û Kurdistanê dikin de, pêwîst e em zêdetir pêşeng, leheng û şehîdên 14’ê Tîrmehê bi bîr bînin, xwedî li mîrasa wan derkevin, çanda wan bijîn û li ser şopa wan bimeşin.