28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Agirê şoreşê mezin bikin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di 17’ê Kanûna 2010’an de li Tûnisê firoşkarê bi navê Tariq el-Teyib Mihemed Bûazîzî rastî tundiya polîsan hat û dezgeha wî hat hilweşandin. Piştî vê bûyerê Mihemed Bûazîzî bi armanca protestokirina bêmafî û bêedaletiyê agir bera laşê xwe da. Bi vê bûyerê re li seranserî welat gel li dijî desthilatdariya Zeynel Abidîn Bîn Ali yê ku 23 salan welat bi rê ve dibir dest bi serhildanê kir. Serhildanên gel ên li Tûnisê dest pê kir di demek kurt de balavî Misir, Lîbya, Bahreyn, Cezayîr, Urdun, Yemen û Sûriyeyê bû. Di encama van serhildanên ku bi daxwaza demokrasî, azadî û mafên mirovan hatin destpêkirin de li gelek welatan rêvebirî hatin guhertin. Li hin welatan jî pêkhateyên cûda ji bo bidestxistina mafê xwe têkoşîn azadiyê bilind kirin. Yek ji van welatan jî Sûriye bû. Li dijî rejîma Baasê di 15’ê adara 2011’an de li bajarê Dera yê başûrê welat gel rabû serhildanê.

Li seranserî welat li dijî polîtîkayên înkar û binpêkirina mafan gel, bi daxwaza azadî û demokrasiyê dest bi çalakiyan kir. Welatiyên wek ejnebî ango biyanî hatin dîtin û ji nasnameya xwe ya netewî û çandî dur dihatin hiştin pêşengî ji serhildanên gel re dikirin. Bi van çalakiyên ku di demek kurt de belavî seranserî welat bûn Sûriye ket rojava qada navneteweyî û ji ber statuya xwe ya jeopolîtîk bala hêzên hegemon jî kişand ser xwe.

Ji aliyekî ve Rûsya ku bi salan e bi rejîma Baasê re di nava tifaqê de ye û ji aliyekê ve jî koalîsyana bi pêşengiya Amarîkayê hewl da ku ji kaosa heyî sûd werbigire û hebûna xwe li vî welat xurt bikin. Bi mudaxelaya hêzên hegemon ve krîza li Sûrî kurtir bû.

Di nava vê krîza siyasî, civakî û leşkerî de gelê kurd bi armanca xwedî derketina maf û parastinê xwe di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li rojavayê Kurdsitanê agirê şoreşê pêxist. Gelê kurd li dijî hemû zext û gefan di nava şert û mercên giran de li rojavayê Kurdistanê bi zêhniyeteke demokratîk a xweseriyê rabûn û xeta xwe ya sêyemîn destnîşan kirin.

Bi armanca mezinkirin û xurtkirina şoreşê li seranserî herêmê di çarçoveya Paradîgmaya Neteweya Demokratîk de xebatên civakî, rêxistinî û siyasî hatin meşandin. Li gel van xebatan ji bo parastina civakê li ser bingeha xwe parastinê hêzên çekdarî û ewlehyê jî hatin avakirin û xurtkirin. Bi vê têgihiştinê xelkê Rojava rabû ser xwe û xwedî li şoreşê derket.

Bi armanca xurtkirin û bi rêxistinkirina şoreşê di 21’ê çileya 2014’an de li herêma Cizîrê Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin. Piştî Kantona Cizîrê, rêveberiyên kantonên Efrîn û Kobanê ji raya giştî re hatin ragihandin. Bi ragihandina Rêvebiriya Xewer re çeteyên DAIŞ’ê bi armanca têk birina Şoreşa Rojava di adara 2014’an de êrişî Kobanê kirin. Ev êriş di 15’ê îlona heman salê de veguherî hewldana dagirkirina Kobanê. Li Kobanê li dijî vê hewldana dagirkeriyê destan hat nivîsandin û bi berxwedaneke ku Kurdistan hemû rakir ser piyan di 26’ê Çileya 2015’an de Kobanê ji çeteyên DAIŞê hat rizgarkirin. Piştî rizgarkirina Kobanê Şervanên Azadiyê ji Hesekê heta herêma Şedadê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. Piştî paqijkirina herêmeke berfireh ji çeteyan xebatên xwebirêvebirinê jî xwe gihandin asteke ku êdî ne tenê Rojava, her wiha Bakurê Sûriyeyê jî bixe nava xwe. Bi avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re xeta sêyemîn a çareseriya aloziya Sûriyeyê yan jî Şoreşa Rojava hinekî din xwe nêzî serkeftinê kir. Di 9’ê kanûna 2015’an de li Dêrikê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi tevlîbûna hemû pêkhateyên Sûriyeyê hat damezrandin.

Li seranserî herêmê gel li şoreşê xwedî derket û ji bo parastina destkefiyên ku di berdêla xwîna bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin de dest bi avakirina saziyên şoreşê hate kirin. Xebatên ji bo mezinkirin û berfirehkirina şoreşê belavî hemû beşên civakê hatin kirin.

Şoreşa Rojava 10 sal li pêy xwe hişt. Di nava van 10 salan de ji bo statuya Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qada navneteweyî de bê naskirin gelek xebatên siyasî hatin destpêkirin. Li rojavayê Kurdistanê di çarçoveya xebatên siyasî de Revebiriya Xweser ne li cem rejîma Sûriyeyê ne jî li cem dijberên rejîmê sekinî. Kurdan bi xwe eniyek ava kir û ev jî xeta sêyemîn bû. Ev xeta ku li ser têgeha netewa demokratîk hat avakirin xeta demokrasiyê ye. Xeta sêyemîn jî li Rojava ket pratîkê. Kurd û pêkhateyên bi wan re li ser hîmê azadî û demokrasiyê tevgeriyan. Dewlet an jî hêzeke navneteweyî nedan pişta xwe. Her tişt bi îradeya xwe kirin. Ev xeta sêyemîn hê jî di Şoreşa Rojava de heye û xelkê li wir li gorî wê dimeşe. Hêzên hegemon ên hewl didin ku li herêmê bibin xwedî gotin ango xwedî hêz ji bo eniya kurd neyê xurtkirin serî li her cure qirêjiyê didin. Îradeya siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji derveyî civînên Soçî, Astana û Cenevre yên ku qaşo ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê pêk tên hate hiştin. Tevî astengî û dijberiya dewleta tirk jî li rojavayê Kurdistanê îradeyek siyasî derketiye holê û îro li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nunertiya pêkhateyên herêmê dike.

Li gel xebatên siyasî di warê civakî û rêxistinî de jî pêkhateyên herêmê pêşveçûnek xurt bi dest xistin. Di çarçoveya Paradigmaya Netewa Demokratîk de ji 7 saliyan heta 70 saliyan her beşên civakê hatin rêxistinkirin. Li her gund, tax, nevçe û bajaran komun, meclis û komîte hatin avakirin. Li seranserî herêmê saz û rêxistin li gor pêwîstiyên civakê hatin avakirin. Di bingeha vê rêxistinbûyînê de jî civaka komunal heye. Jiyana hevbeş û wekhev yek ji hîmên herî bingehîn a Şoreşa Rojeva ye. Lewma li seranserî herêmê girîngiyek mezin ji bo vê xebatê tê dayîn.

Bêgûman di her civakê de xebatên perwerdehiyê cihekî girînd digirin. Hemû netew hewl didin ku di çarçoveya paradigmaya xwe ya neteweyî de civaka xwe perwerde bikin. Bi taybet ji bo nifşên nû perwerde yek ji hîmên herî bingehîn e. Lewma bi şoreşa Rojava re li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî xweseriya herêmê bi zimanê kurdî, erebî, ermenkî û tirkmenî pewerdeh tê dayîn. Ev perwerdeya ku ji dibistanên seretayî heta zaningehê di çarçoveya paradîgmaya Neteweya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê de tê dayîn nivşekî nû yê têgihîştî û welatperwer pêş dixe. Li gel vê xaleke din a girîng jî perwerdeya Jineolojiyê ye.

Di vê mijarê de perwerdeya li Rojavayê Kurdistanê tê dayîn xwedî mînakek girîng e. Bi vê perwerdeyê ve her beşê civakê bi taybet ciwan li ser têgeha wekheviya jin û mêr tên perwerdekirin. Li gel vê di warê akademîk de jî perwerdehiya zanista jinê bi awayekî sîstematîk tê dayîn. Lewma mufredatê perwerdeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e.Girêdayî vê pewerdeyê di warê çand û hunerê de jî gelek saziyên akademîk hatine avakirin. Di van saziyan de pêkhatiyên herêmê li gor çanda xwe ya resen perwerdeyê dibînin. Îro li seranserî herêmê bi pêşxistina xebatên çandê  ev sazî bi rolek girîng radibin. Encama perwerdeya ku tê dayîn ku bi berhemên xurt û dewlemend tê tacîdarkirin.

Bi Roşera Rojava re li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûrî gelek saziyên civakî, çandî, pişeyî û hwd hatin avakirin. Di çarçoveya rêxistinî de di pêşengiya jinan de jî gelek sazî hatin avakirin. Jina ku pêşengiya şoreşê dike, di van saziyan de ji parastinê bigire heta rêxistinbûyînê di gelek kategoriyên cûda de pewerdeyên xweser û pişeyî dibînin. Bi van perwerdeyan ve li seranserî herêmê îro jin xwedî nasnemeyek rêxistinî û xurt in. Ji vî milî ve Şoreşa Rojava ji bo jinên herêmê xwedî rolek girîng e.

Di van 10 salan de ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava rêxistinên mîna YPG, YPJ û QSD’ê xwedî girîngiyek mezin bûn. Tevî derfetên kêm li dijî her cure êrişan şervanên şoreşê bi îradeyek mezin gelan parastin. Dewlata tirk a dagirker ji bo parastina herêmê lewaz bike gelek caran bi hevkariya çeteyan êriş pêk anîn. Li dijî van êrişan bi sedan keç û xurtên ciwan bi armanca parastina gel û axa xwe şehîd ketin. Tevî hemû êrişan jî sazî û rêxistinên parastinê rêxistinbûyîna xwe xurt dikin û destkeftiyên şoreşê diparêzin.

Li seranrî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sala 2012’an ve pêkhateyên herêmê jiyana nû ava kirin. Tevî hemû astengiyan jî bi hêza xwe ya cewherî di warê fikrî, civakî, çand û leşkerî de şoreşeke mezin pêk pat. Ji vî milî ve Şoreşa Rojava ji bo gelek enternasyonalistan jî bû çavkaniya îlhamê.  Bi dehan enternasyonalîstên ji bo bibin perçeyekî vê şoreşa pîroz berê xwe dan rojavayê Kurdistanê. Gelek ji wan di êrişên li dijî herêmê de şehîd ketin. Ji ber vê yekê şoreşa Rojava ne şoreşek herêmê û lokal e şoreşek navneteweyî ye. Li seranserî cîhanê naskirina wê û dengvedana wê vê rastiyê eşkere radixe ber çavan. Bê gûman têgeha ku Şoreşa Rojeva wisa biwate û girîng dike jî pargela wê ya Neteweya Demokratîk e. Ev pergala ku xwe dispêra yekîtiya gelan di aloziya Rojhilata Navîn de wek alternatîfa herî xurt û bibandor tê dîtin. Ji vî milî ve şoreşa rojava ne şoreşek ji rêze ye. Ger li vê şoreşê xwedî bê derketin wê ji bo pêşeroja herêmê bibe mînaka herî xurt û bi hêz.

Dewleta Tirk a dagirker ji ber di ferqa vê rastiyê de ye hewl dide ku şoreşa Rojava têk bibe. Gef û êrişên li ser herêmê bi vê rastiyê ve girêdayîne. Hêzên ku ji aloziya Rojhilata Navîn sud werdigrin jî li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî bêdeng dimînin.

Di nava van 10 salên darbasbûyî de gelê herêmê li dijî her cure êrişan destkeftiyên xwe parastin. Çawa ku li dijî êrişên DAIŞ’ê ji çar aliyên Kurditanê azadîxwazan berê xwe da Kobanê divê bi heman rihê xwedî li destkeftiyên şoreşê bê derketin. Parastina destkeftiyên şoreşa Rojava serhildanên Bihara Eraba jî bi wate dike. ji vî milî ve agirê bi îsyana Teyib Mihemed Bûazîzî hat pêxistin divê bê geşkirin û mezinkirin.