7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Talabanî û Barzanî ji bo Serokkomariya Iraqê li hev dicivin

Li Iraqê, duh serokên komên partiyên li parlamentoyê bi Serokê Meclisa Iraqê Mihemed Helbûsî re civiyabûn û biryar girtibûn ku hefteya pêş meclis li hev bicive û hilibijartina Serokkomariya Iraqê pêk bîne. Her çiqas dîroka hilbijartinê hatibê diyarkirin jî hê namzetên serokkomariya Iraqê ne diyar in.

Li gorî lihevkirina siyasî ya li Iraqê, postê Serokkomariya Iraqê para kurdan e. Lê rexmî ku PDK û YNK’ê li hev kiribûn ku Serokkomariya Iraqê ji YNK’ê û Serokatiya Herêma Kurdistanê ji PDK’ê bê hilbijartin jî di du hilbijartinên dawîn de PDK vê lihevkirinê bin pê dike û li dijî namzetê YNK’ê ew jî namzet diyar dike.

Ji ber vê astengiya ku PDK derdixe çend meh in li Iraqê Hilbijartina Serokkomariyê pêk nayê.

Talabanî û Barzanî hevdîtin dikin

Di vê pêvajoya ku dîroka Hilbijartina Serokkomariya Iraqê diyar bû de wê îro Serokê YNK’ê Bafil Talebanî Serokê PDK’ê Mesud Barzanî îro li hev bicivin. Li gorî malpera Direw Medya ku agahiyên xwe spartiye çavkaniyak ji nava PDK’ê, tê payîn îro serokê YNK’ê Bafil Talebanî serdana bajaroka Pîrmam ya ser bi Hewlêrê bike û bi serokê PDK’ê Mesud Barzanî re hevdîtin bike.

Mijar serokkomariya Iraqê ye

Tê payîn ku Talabanî û Barzanî li ser namzetiya postê Serokkomariya Iraqê nîqaşan bikin û li rêya lihevhatinê bigerin. Heke lihevkirin ji vê civînê derkeve îhtîmal heye ku kurd li Bexdayê bi yek namzetî tev li hilbijartinê bibib.

Hêjayî gotinê ye duh jî şandek PDK’ê bi serokatiya Fuad Hisên serdana Silêmaniyê kiribû û bi serokê YNK’ê Bafil Talebanî re civiya bû.