7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mazlûm Ebdî: Em ê 19’ê tîrmehê bikin starta pêngaveke nû

Di 19’ê tîrmeha 2012’an de li rojavayê Kurdistanê b pêşengiya gelê kurd bi tevlîbûna hemû gelên herêmê pêngaveke şoreşgerî hat destpêkirin. Ev pêngav wseke Şoreşa Rojava derbasî rûpelên dîrokê bû. Bi ragihandina Şoreşa Rojava re li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdemek nû dest pê kir û Rêveberiya Xweser hat hat avakirin. Vê şoreşê 10 sal li pey xwe hişt. Tevî hemû êriş, gef û neheqiyên mezin jî ev Şoreş didome û roj bi roj xurtir dibe.

EBDÎ: EM Ê VÊ ROJÊ BIKIN STARTA PÊNAGEVEK NÛ

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava de peyam belav kir. Peyama Ebdî wiha ye: “Di 19 Tîrmehê de gelê me rêgezên jiyaneke nû û azad hilbijart û di oxira parastin û mezinkirina wê de bi can û jiyana xwe fedekariyek bê hempa raber kir. Di 10’emîn salvegera şoreşê de em hemû pakrewanên ku tevî astengî û dijminan ev roj bi saya wan hat mezinkirin bi bîr tînin û berxwedana gelê xwe silav dikin. Parastina deskeftiyên şoreşê û mezinkirina tecrubeya demokratîk erka me ye, em ê vê rojê bikin starta pêngaveke nû.”