3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeydên dengê Malikî rewşa Iraqê aloztir kir

Di nava qeyrana siyasî ya Iraqê de ku demeke dirêje piştî hilbijartinan nikarin hikûmetekê ava bikin vê carê nakokiyeke mezin di navbera Nûrî El malikî serokê Koalisyona ‘Dewleta Qanûnê’ û serokê şepêla El Sedir Muqteda EL Sedir de derket.  Alozî bi parvekirina qeydên dengê Malikî ku navê ‘Wikiliksên Malikî’ li wan tê kirin dest pê kir. Pêncemîn qeydên dengê Nûrî Malikî hatin belavkirin û tê de aşkera êrîşî aliyê Sedir dike û bang li hemû aliyan dike ku girêdayî Parêzvanên Şoreşa Îranê bin. Malikî di qeydiya deng de wiha dibêje: “ Serokê tevgera Asaib El Heq Qeys EL Xezelî mirovekî başe û dê firsendê nede dijberên xwe, Lê birayên ku di koalisyona Bedir û Fetih de tu têkliya wan bi tiştekî re tune ye ew di cihana xwe ya taybet de dijîn û hişê wan li ser havîngehên wan e”.

Her wiha Malikî di wê qeydiya deng de bang li serokê komên çekdar kiriye û wiha gotiye: “Divê ew serkêşên komên çekdar li pey rêya Parêzvanên Şoreşa Îranê bimeşin, niha rewşa Îrtanê jî di navbera du aliyan de ye aliyek parêzvanên şoreşê ne û aliyê din jî Itîlaat e. Pirsgirêkên Îtîlaatê bi hikûmeta Iraqê re hene û bi parêzvanên şoreşê re jî hebûn lê piştî Hesen Ruhanî çû û Ibrahîm Reîsî bû serokê Îranê herdu aliyan heta radeyekê li hev kirin.”

Her wiha di berdewamiya dengê Malikî de wiha tê gotin: “Aliyê serokê şoreşa Îranê Elî Xameneyî Parêzvanên Şoreşê ne û aliyê serokê Îranê Ibrahîm Reîsî Îtîlaat e.”

Li ser van gotinên Malikî nerazîbûneke tund ji alî Muqteda El Sedir hate kirin û bang li Malikî kir ku piştî van gotinan êdî cihê wî di nava siyasetê de nemaye. Sedir der barê vê mijarê de wiha got: “Êdî, tu mafekî Malikî tune ye ku rêveberiya Iraqê bike piştî van gotinên wî yê wêranker, ya baş ew e ku Malikî xwe teslîmî dadgeriyê bike ji bo ku hesabê van daxuyaniyên xwe bide.”