17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê derhêner Cafer Penahî girt

Di sala 2010 cezayê 6 sal zindan li derhêner Cafer Penahî hatibû birîn lê ew ceza nehatibû infazkirin.  Îro dadgeha Îranê da xuyakirin ku derhuner Cafer Penahî yê ku beriya nêzî 2 heftiyan hatibû binçavkirin dê were girtin ji ber 6 sal cezayê xwe yê zindanê yê ku di sala 2010’an de lê hatibû birîn.

Hêjayî gotinê ye ku Penahî yek ji derhênerên herî navdar ên muxalifên Îranê ye. Penahî beriya 2 hefteyan ji bo pirsa rewşa hevalên xwe yên girtî Muhemd Resulov û Mustafa El Ehmed li Tehranê serî li dozgeriyê dabû. Lê ew li dozgeriyê hatibû binçavkirin û li gorî hin hevalên wî berê Penahî dane zindana Evîn ya ku bi binpêkirina mafê mirovan û işkenceyê navdar e.

Beriya deh salan dema ku cezayê 6 sal zindanê dabûn Penahî pê re jî derketina derveyî welat jê re hatibû qedexekirin û cezayê ku 20 salan nema tu filman çêbike jî, lê hatibû birîn.

Penahî yê 62 salî di rêwîtiya xwe ya sînemayê de bûbû xwediyê gelek xelatên navneteweyî, di sala 2015’an de li Berlînê bi filmê xwe yê ‘Teksî Tehran’ hêjayî xelata ‘Hirçê Zêrîn’ hate dîtin. Her wiha di sala 2018’an de filmê wî yê ‘Sê Rû’ bû xwediyê xelata Senaryoya herî baş.