13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelên cîhanê paradîgmaya Abdullah Ocalan dizane

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) li avahiya komeleyê ya li Beyogluya Stenbolê bi gelek parêzerên ji welatên cuda yên Ewropayê re civîneke çapemeniyê li dar xist.

Ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 775 parêzeran bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind di bin tecrîda girankirî de ne, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Paşê 350 parêzerên ji 22 welatan di 14’ê îlonê de; di 19’ê îlonê de jî 691 parêzeran ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên cuda yên Sûriyeyê heman serlêdan kiribûn.

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) li avahiya komeleyê ya li Beyogluya Stenbolê bi gelek parêzerên ji welatên cuda yên Ewropayê re civîneke çapemeniyê li dar xist. Ji Îtalyayê Fabio Marcelly, cîgirê sekreterê giştî yê Yekitiya Hiqûqnasên ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê ya Ewropayê (ELDH) Thomas Schmidt, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê (parêzerên Abdullah Ocalan) û hevseroka giştî ya OHD’ê Îlknûr Alcan û gelek parêzer beşdarî civînê bûn.

Tecrîda mutleq tê kirin

Hevseroka giştî ya OHD’ê Îlknur Alcan, diyar kir ku li Îmraliyê tecrîda mutleq heye û bi bîr xist ku ji 2011’an û vir ve ji bilî îstîsnayan tu hevdîtina malbat û parêzeran nayê kirin û got: “Em êdî tecrîda li ser Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin weke tecrîdê nabînin, weke tecrîda di nava tecrîdê de, yanî tecrîda mutleq dinirxînin. Girtiyên li Girava Îmraliyê tên girtin, ji tu mafî sûd wernagirin. Ji bo hevdîtinê 2 hezar parêzer serî li Wezareta Dadê dan, lê hê bersiv nehatiye dayîn.”

Bêhiqûqiya li îmraliyê nayê dîtin

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, destnîşan kir ku ew 23 sal in li Îmraliyê li dijî bêhiqûqiyê têdikoşin û wiha got: “Bifikirin ku di sîstema Konseya Ewropayê de girtîgehek heye û parêzer ji 27’ê tîrmeha 2011’an û vir ve bi tu awayî nikarin biçin vê girtîgehê. Wek îstîsna di sala 2009’an de bi 5 parêzeran re şêwirîn. Parêzer dikare bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtinê bike. Bi gelemperî girtiyên pergala Ewropayê û li gelek deverên cîhanê telefon tên kirin, lê ya dawî di adara 2021’an de pêk hat. Îro ne mimkûn e ku girtîgeheke bi vî rengî li London û Parîsê hebe. Lê ev girtîgeh li Îmraliyê heye. Hemû saziyên hiqûqî yên Ewropayê mixabin çavên xwe ji vê bêhiqûqiya mezin re digirin. Ya herî xemgîn ji bo me ev e ku ev bêhiqûqî nayê dîtin.”

Saziyên Ewropayê ji nedîtî ve tên

Bîlmez, diyar kir ku bêhiqûqiya li Îmraliyê hemû Tirkiyeyê eleqedar dike û got: “Ev mesele êdî ne tenê meseleya kurdan û malbata Abdullah Ocalan e. Bi salane ev mesele li hemû welat belav bûye. Cezayê muebeda girankirî jî bi cezayê Abdullah Ocalan re xistin dewrê. Pêwîst e Tirkiye di vê meseleyê de sererastkirinan bike lê mixabin saziyên Ewropayê vêya jî ji nedîtî ve tê.”

Hevgirtina parêzerên biyanî bi nirx e

Bîlmez, bal kişand ser pirsgirêka kurd û wiha axivî: “Ji pirsgirêkên herî bingehîn jî yek jê ev e. Yên ku dewletê bi rê ve dibin, her tim polîtîkaya ewlehiyê dan pêş. Lê Abdullah Ocalan ji bo aştiyê çi ji destê wî hat kir. Hewldanên gelek ji dil ên Abdullah Ocalan hene lê bi encam nebûn. Tecrîdkirina Abdullah Ocalan çareseriyê ji pirsgirêka kurd re nayîne. Beriya 5-6 salan peyama Abdullah Ocalan li hemû dezgehên ragihandinê yên Tirkiyeyê bi awayekî zindî hat weşandin û li welêt atmosfereke pir erênî çêbû. Ka em li tabloya îro binêrin. Kes ne kêfxweş e, welat veguheriye girtîgeheke vekirî, aborî ber bi hilweşînê ve diçe. Lewma divê ev tecrîd bi dawî bibe. Ji ber vê yekê em girîngiyê didin hevkarên xwe yên biyanî ku vê tecrîdê bibînin. Ji 22 welatên cuda 350 hevalên me ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Li Rojhilata Navîn jî bi heman armancê 750 parêzer îmze dan kampanyayê. Bi dîtina bêhiqûqiya li Îmraliyê, hevgirtina hevkarên me yên biyanî yên bi me re gelekî bi nirx e, em dixwazin bi hev re vê hevgirtinê berfireh bikin.”

Name ji Wezareta Dadê re şandine

Cîgirê sekreterê giştî yê ELDH’ê Thomas Schmidt, bal kişand ser hewldanên saziya wan û got:”Em ne tenê li Tirkiyeyê, li gelek deverên cîhanê ji bo gihandina parêzeran dixebitin. Lê belê em li Tirkiyeyê ji bo Abdullah Ocalan dixebitin. Nameyek me der barê mijarê de ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re nivîsand heye.”

Nameya ku ji Wezareta Dadê re hatiye şandin wiha ye:

“Birêz Wezîr, ji bo Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê girtî ne, bi awayekî derhiqûqî tên astengkirin ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Ji 7’ê tebaxa 2019’an û vir ve destûr nayê dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bîne, Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ji sala 2015’an ve ku sewqî Girava Îmraliyê hatin kirin heta niha carekê jî destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Li Girtîgeha Îmraliyê ji 15’ê sibata 1999’an û vir ve tecrîdeke taybet û cihêkar tê meşandin. Qedexeya li ser parêzeran ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta 2’ê gulana 2019’an 8 salan bênavber berdewam kir. Di sala 2019’an de 5 hevdîtina parêzeran pêk hat û piştî şêwirmendiya herî dawî ya parêzeran a di 7’ê tebaxa 2019’an de qedexeya bênavber dîsa dest pê kir. Em dibin şahidê fikarên malbat û hevpîşeyên me ku ji hevdîtina telefonê ya dawî ya 25’ê adara 2021’an û vir ve agahî jê nayê girtin. Weke parêzerên ku geşedanên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin, em jî bandorên siyasî û civakî yên vê rewşê dizanin.

Tecrîd li dijî mafên mirovan e

CPT (CPT – Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê) di sala 2019’an de serdana Îmraliyê kir. CPT, di rapora xwe ya di 5’ê tebaxa 2020’an de ya li ser serdana xwe ya Girtîgeha Îmraliyê weşandibû, qedexeya bi temamî ya bi cîhana derve re ya ji bo Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din weke hucreya yek kesî nirxand. CPT’ê diyar kir ku rewşeke bi vî rengî nayê qebûlkirin û li dijî sazî û pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî ye. Her tim destwerdana mafê parastinê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din ji aliyê rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî yên wekî ELDH (Komeleya Hiqûqnasên Ewropayê ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê), AED (Avocats Européens Démocrates) û Parêzerên Parêzeran hatin rexnekirin û ji aliyê toreke berfireh a parêzeran ve di demên cuda de ev yek nîşan dide ku mijar çiqas girîng e û bi berfirehî tê şopandin.

775 parêzeran serlêdan kiribû 

Di 10’ê hezîrana 2022’yan de 775 parêzerên endamên 29 baroyên cuda ne û di nav de nûnerên saziyan û serokên baroyan jî hene serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn û xwestibûn qedexeya li Girtîgeha Îmraliyê bi dawî bibe û bi Abdullah Ocalan Hamîlî Yildirim, Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş re hevdîtinê bikin. Qedexekirina hevdîtina parêzeran a li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî aşkera Rêgezên Kêmtirîn Standard ên Tedawiya Girtiyan (Rêbazên Nelson Mandela), pêşniyarên CPT û Qanûna Înfazê ya Cezayê ya Tirk (Qanûna jimare 5275) ku di sala 2015’an de hat nûkirin, bin pê dike. Dewlet mecbûr in ku mafê girtiyan nas bikin û girtî û mehkûm bikaribin mafên xwe bi kar bînin. Bêyî ku ferq û cihêkariya nasnameya xwe û cewherê cezayê ku distînin. Ev jî binpêkirina Prensîbên Bingehîn ên Neteweyên Yekbûyî yên li ser Rola Parêzeran e, bi taybetî maf û îmtiyazên parêzeran ên ku di Prensîbên Bingehîn 8 û 16 de hatine destnîşan kirin.

Her girtî mafê wî heye ku hevdîtinê bike

Prensîba Bingehîn pir zelal e: ‘Her kesê ku tê binçavkirin û an wan dixin girtîgehan, divê derfet, dem û rehetiya guncav jê re were peyda kirin ku bêyî ku dereng bimîne ji hêla parêzer ve were ziyaretkirin, bê navber danûstandinê bike û bi tevahî nepenî, bêyî sansurê bicive. Parêzer dikarin temaşe bikin lê guh nadin danûstandinan’. Bi heman awayî, di Prensîba Bingehîn 16 de, ji hukûmetan tê xwestin ku pê ewle bin ku parêzer dikarin hemû fonksiyonên xwe yên pîşeyî bêyî tirsandin, astengkirin, tacîzkirin an destwerdana nerast pêk bînin û ew dikarin bi azadî rêwîtiyê bikin û bi wan re şêwir bikin. Muwekîlên wan hem di nav welatê xwe de hem jî li derveyî welat berpirsiyar in. Weke ku tê zanîn li gorî xala 25’an a Rêziknameya Serdana Mehkûm û Girtiyan mafê parêzerên biyanî heye ku bi kesê ku li Tirkiyeyê hatiye mehkûmkirin re hevdîtinê bike tevî ku parêzerê wan tune be jî bi şertê ku li gorî rêziknameyê tevbigerin peymanên navneteweyî yên ku Komara Tirkiyeyê alîgirê wan e û prensîba lihevhatinê ye.

Daxwaza hevdîtinê hat kirin

Tê dîtin ku têkoşîna hevkarên me yên li Tirkiyeyê li dijî tecrîdê û binpêkirina mafê parastinê di esasê xwe de têkoşîna ji bo bidestxistina mafên ku bi peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye jî di nav de ye bi taybetî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tê parastin. Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê di çarçoveya xala 25’an a rêziknameya pêwendîdar de em serlêdana xwe ya ji bo hevdîtinê pêşkêşî we dikin. Em hêvî dikin ku hûn destûra pêwîst bidin.”

Gelên Ewropayê tecrîdê dizanin 

Schmidt piştre bersiv da pirsên rojnamegeran. Schmidt, diyar kir ku welatên Ewropayê ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan tu xebat nekiriye, lê gelên Ewropayê bi vê tecrîdê dizanin û paradîgmaya Abdullah Ocalan ji aliyê hemû gelên cîhanê ve tê zanîn.