28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Terorîst ew in ne zarokên me ne’

Daxuyaniya çalakiya Nobetên Edaletê yên malbatên girtiyên nexweş li ber deriyê Girtîgeha Tîpa D ya Amerdê di roja 357’êmîn de berdewam kir.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên ku tehliyeya wan hatiye taloq kirin, daxwaza bardana wan kirin. Çalakî bi beşdarbûna endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), reveber û endamên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên  Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an pêk hat.

Dayika girtiyê nexweş Nazîme Boltan a ku kurê wê Ciwan Boltan li Girtîgeha Bolû yê dimîne û di girtîgehê de rastî tundiyê hat di çalakiyê de wiha got: “Ev bû 12’e meh in wexta sala me biqede em li dû edaletê ne. Me lê nihêrt tu eleqedariya wan û edaletê bi hev tune ye. Em heta li rojek jî li dinê bin em ê ji bo zarokên xwe li dû edaletê bin. Em li dû edaletê ne ew tehde û zilmê li ser zarokên me dikin. Ez hê duh êvarê pê hesiyam ku hemû pirtûkên kurê min berherkirine. Ew nexweşekî girane parçe li ser mêjiyê wî ye. Ger ku heq hiqûq û edalet di ber derê wan de derbas bibûna dê ewqas tehdê li însanekî nexweş nekirina. Ger ku bi heqiyê be terorîst ew in ne zarokên me ne.”

‘Kurê min yek dest e’

Nazîme Boltan ku bi salane kurê wê di zindanê de ye der barê girtiyên nexweş ên ku înfazên wan hatine şewitandin û yên ku nayên dermankirin de axiftina xwe wiha domand:“Wan gardiyanên ku van kiryaran bi girtiyan dikin ew bixwe jî terorîst in. Kurê min yek dest e. Ez ê li dû doza hemû girtiya bim. Em kurd in ji bo mafê xwe ji bo zimanê xwe li virin û em tu carî dev ji kurdîtiya xwe bernadin. Ger ku ez li mafê xwe negerim ez vê baranê nayim vandera, em pir ne di etra wan de ne ku em werin li vir. Nexweşên ku înfazên wan di şewitînin û ên ku nexweşiya wan girane em dibêjin bila wan berdin. Heta ku ji destê wan tê tundiye li wan dikin. Zarokan wan jî hene, dê rojek maf, heq,  hiqûq û edalet dê rojek pêdivîya wan jî pê hebe. Êdî wijdan merhemet bi kesî ji wa re nemaye. Ez zanim ku ez îşev ranezame û xew bi çavên min neketiye, ev kevirê di dilê min de bila di dilê wan de be.”

Çalakî bi diruşmeyên “Bijî berxwedana zindana” û “Heq hiqûq edalet” bi dawî bû.