13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DMME’yê daxwaza berdana parlementerên HDP’î kir

Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), destnîşan kir ku azadiya fikrî, mafê ewlekarî û azadiyê yên parlementerên HDP’ê hatine binpêkirin.

Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di dosyaya parlamenterên HDP’î de ku bi serlêdana hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re bû yek, biryara li ser Demîrtaş di Kanûna 2020’î de aşkera kiribû. Daîreya Bilind a DMME’yê biryara li ser parlamenterên din ên di 4’ê mijdara 2016’an de hatin girtin aşkera kir û biryar da ku gelek made hatine binpêkirin. DMME’yê biryara yekkirina dosyayan da û hikm da ku madeyên azadiya fikrî, mafê ewlekarî û azadiyê, darizandina di demeke maqûl de, astengkirina xwegihandina dosyaya lêpirsînê hatine binpêkirin.

Dadgehê diyar kir ku di nava van şert û mercan de girtîhiştina serlêdêran wê bê wateya dirêjkirina binpêkirina maf û binpêkirina berpirsyariya dewletê. Daîreya Bilind biryara beriya niha ya ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist û got: “Lewma DMME di wê baweriyê de ye ku ji bo berdana serlêdêran ên ji azadiyê bêpar hatine hiştin divê hikumet bi tedbîrên pêwîst hemûyan werbigire.”

Biryara tazmînatê hat dayîn

Her wiha biryar hat dayîn ku ji bo Nûrsel Aydogan, Ayhan Bîlgen û Leyla Bîrlîk dewlet ji her yekî ji wan re 16 hezar Euro tazmînata manewî bide. Di 4’ê mijdara 2016’an de destpêkê hevseroka giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, piştre jî hevserokê giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hatibûn destgîrkirin û piştre hatibûn girtin. Heman şevê serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, parlamenter Selma Irmak, Leyla Bîrlîk, Gulser Yildirim, Abdûllah Zeydan, Ferhat Encu, Nîhat Akdogan û Nûrsel Aydogan ên hatin destgîrkirin, hatibûn girtin. Di 11’ê kanûna 2016’an de serokwekîla Koma HDP’ê Çaglar Demîrel û parlamenter Besîme Konca dema ji meclisê derketin hatin destgîrkirin û girtin. Bûrcû Çelîk Ozkan a HDP’î jî di 19’ê nîsana 2017’an li Mûşê hatibû girtin.