28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên elewiyan meşiyan Meclisê

Rêxistinên û komeleyên elewiyan bi dirûşmeya “Em ne koneqanûnê lê hemwelatiya wekhev dixwazin” ber bi Meclisê ve meşiyan.

Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan demek berê der barê “Serokatiya Çand û Cemxaneyan a Elewî-Bektaşî” ragihandibû û pêşnûmeqanûna têkildarî wê îro dê li Lijneya Giştî ya Meclisê bê guftûgokirin. Beriya hevdîtina pêşnûmeqanûnê, rêxistinên elewiyan ber bi Meclisê ve meşeke girseyî li dar xistin. Bi sedan kes tev li meşê bûn û bertek nîşanî pêşnûmepirsê dan. Di meşê de bi dirûşma “Dê AKP hesabê bide gel” hat berzkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û gelek nûnerên rêxistina civaka sivîl jî piştgirî dan meşê.

Meş, heta pêşiya Deriyê Çankaya yê Meclisê domiya. Piştî meşê jî lawjeyên elewiyan hatin gotin û tembûr hat lêxistin. Elewiyên ku li pêşiya Meclisê hatin cem hev, pankarta “Elewîtî nakeve torbê, qanûna xwe paşve bikişînin” vekirin û dirûşmên “AKP destê xwe ji baweriya me bikişîne”, “Elewî hene, elewîtî heq e” û “Taetê me Cem e, Cemxane perestgeha me ye” berz kirin.

Di çalakiyê de daxuyaniya hevpar a bi sernavê “Em ne koneqanûnê lê hemwelatiya wekhev dixwazin” a Federasyona Elewî Bektaşî (ABF), Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE), Federasyona Weqfên Elewiyan (AVF), Federasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê (AABF), Weqfa Çanda Anatoliyayê ya Haci Bektaş (HBAKV), Komeleyên Çanda Elewiyan (AKD), Komeleyên Çandê yên Pîr Sûltan Abdal (PSKAD) û Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) hat xwendin. Daxuyanî ji hêla serokê giştî yê ADFE Celal Firat ve hat xwendin.

‘Elewî li vir in, elewîtî heq e’

Firat, diyar kir ku polîtîkaya bişavtinê ya AKP’ê ya li dijî elewiyan didome û wiha got: “Elewiyên ku di sedsala ewil a komarê de weke hemwelatiyên wekhev nedihatin qebûlkirin, di sedsala duyan de jî hewl tê dayîn ku ji kokên wan dûr bên xistin. AKP’ê “Teklîfa Qanûna Têkildarî Qanûna Usûla Bacê û Hinek Qanûnan” derxist û ronîkirina cemxaneyan û lêçûnên av û xebatkaran pêşwazî kirin. Lê pirsgirêka elewiyan bi vî awayî çareser nabe. Bi vê qanûnê re perestgeha elewiyan cemxane, weke pirsgirêkek hatiye nîşandan. Bi vê pêşnûmeqanûna dawî re AKP’ê, baweriya elewîtiyê û nasnameya wê înkar dike. Li gorî xwe pênaseya elewîtiyê dike. Elewîtiyê weke hêmayeke çandî ya girêdayî kevneşopiya sunîtiyê nîşan dide. Bi vê yekê re jî heqaretê li me dike. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û daxwazên elewiyan li holê ne. AKP, bi vê pêşnûmeqanûnê re çareseriyê tune dike. Weke her carê em dibêjin; elewî hene, elewî li vir in û elewîtî heq e.”

Armanc pêşerojeke laîk e

 Firat, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Desthilatdariyên siyasî neçarin ku di sedsala nû ya komarê de têkiliya di navbera welat û hemwelatîtiyê de dîsa şîrove bikin û bi makeqanûneke nû vê tacîdar bikin. Em wisa bawer dikin ku dikarin bi yekitiya xwe ya civakî û berxwedêriya xwe, li ser esasê wekheviyê pêşerojeke laîk ava bikin.”