13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildanên gel belav dibe

Ji roja ku jina kurd a bi navê Jîna Amînî hatiye qetilkirin ve 53 roj in li rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildanên gel her diçin mezintir û berfirehtir dibin.

Bi qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Amînî re li rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan dest pê kiribûn. Xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê bi daxwaza azadî û jiyanê dest pê kir û her diçe mezin û belav dibe. Li gel xwepêşandanên ji pêkhate û neteweyên cihê yên li Îranê xwendekar jî di van çalakiyan de xwedî rol in. Xwedekarên zanîgeha Êrşadî ya li Tehranê nerazîbûnên xwe nîşan dan. Xwendekaran li Merîwanê jî nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Weke her carê dîsa li Merîwanê welatî daketin kolanan, agir dadan û nerazîbûn nîşan dan. Li aliyê din welatiyan deriyê dikan û bazaran venekirin. Li merasîma veşartina cenazeyê Îrfan Zemanî hêzên rejîma Îranê bi guleyan êrîşî welatiyan kirin. Li aliyê din bi nêzî 600 mamoste nerazîbûn nîşanî helwesta rejma Îranê da û xwestin hemû xwepêşanderên ku di xwepêşandanan de hatibûn binçavkirin werin berdan. Ciwan li Bokanê jî daketin kolanan li Çerxerêya Eşaîr agir dadan û rêyên çûn û hatinê girtin.

530 kes hatine qetilkirin

Li aliyê din li gelek bajarên Îranê jî xwepêşandan hebûn û welatî daketin kolanan agir dadan û helwestên xwe li dijî rejîma Îranê nîşan dan. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ji destpêka xwepêşandanan heta niha herî kêm 304 kes ku 41 ji wan zarok in, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin. Koma Mucahîdên Gel ên ku li Îranê hêzeke mûxalif in diyar kir ku xwepêşandan li 216 bajaran belav bûne û derdora 530 kes hatine qetilkirin. Vê komê lîsteya navê 358 kesên hatine qetilkirin, weşand.

Bi deh hezaran kes binçav kirine

Rejîma Îranê jî bi deh hezaran kes kirin binçavan û bi hezaran kes jî girt. Di nav wan de rojnameger, parêzer, çalakvan, kesên navdar û parêzvanên mafên mirovan hene. Agahî tên ku bi dehan çalakvan jî di rûniştinên çend deqîqeyan de cezayê darvekirinê li wan tê birîn.