19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?

TSK'ê diyar kir ku li Xakurkê 6 leşkerên wan ên çawîşên pispor hatine kuştin. Çavkaniyên herêmî yên agahî dan ANF'ê jî diyar kirin ku 27 leşker hatine kuştin.

TSK’ê têkildarî şerê li qada Xakurkê ya Herêma Federe ya Kurdistanê diyar kir ku 6 leşkerên wan hatine kuştin. Çavkaniyên ku agahî dan ANF’ê jî anî ziman ku 27 leşker hatin kuştin. Dema mirov li van agahiyan dinere pirsa “Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin? tîne aqîlan.

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) têkildarî şerê li qada Xakurkê ya Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyanî da. TSK’ê diyar kir ku di navbera hêzên girêdayî Tugaya Komando ya Çiyê û HPG’ê de şer qewimî ye. TSK’ê anî ziman ku di şerê li qada Xakûrkê de 6 leşkerên wan hatine kuştin. Piştî wê çavkaniyan jî agahî dan ANF’ê. Çavkaniyan diyar kirin ku di şer de 27 leşker hatine kuştin. Van agahiyên cuda li ser tora medya dijîtal niqaş pêş xist. Wezareta Parastinê daxuyanî da û anî ziman ku di şer de 3 leşkerên wan hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne. Wezaretê dahnê serê sibê dîsa daxuyanî da û diyar kir ku 3 leşkerên wan ên birîndar jî jiyana xwe ji dest dane. Wezaretê nav aşkere kirin. Li gorî daxuyaniya wezaretê navên leşkerên hatin kuştin wiha ne: “Texmenê Piyade Ramazan Gunay, Çawîşê Pispor ê Piyade Mehmet Serinkan, Çawişê Pispor ê Piyade Îsmaîl Yazici, Leşknerê Bi Peyman ê Pîyade Yasin Karaca, Leşkerê bi Peyman ê Piyade Çagatay Erenoglu û Leşkerê bi Peyman ê Piyade Emre Taşin.

ANF: 27 leşker hatin kuştin

Her çend TSK û Wezareta Parastinê daxuyanî dan û diyar kirin ku 6 leşkerên wan hatine kuştin jî çavkaniyên ku agahî dan ANF’ê destnîşan kirin ku di şer de 27 leşker hatine kuştin. Dîsa Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê jî daxuyanî da. Li gorî daxuyaniyê li Herêma Xakûrkê di şer de 27 leşker hatine kuştin.
Dîsa çavkaniyên herêmê û Navenda Ragihandinê ya HPG’ê daxuyanî da û anî ziman ku di şerê li herêma Metîna de jî 9 leşker hatine kuştin.
Van agahiyên cuda pirsa “Gelo TSK leşkerên xwe vedişêre” anî aqilan.