8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galasarayê

Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê ku 29 sal berê Beşa Çapemeniyê ya Zanîngeha Marmara dixwend û hat windakirin pirsîn. Dayikan li gel rojnamegeran ji Bahçecî qurnefil danîn Qada Galatasarayê.

Xizmên kesên di bin çavan de hatin windakirin, ji bo aqûbeta xizmên xwe bipirsin û kujer bên darizandin, çalakiya Mirovên/Dayikên Şemiyê di hefteya 978’an de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Malbatên ku li qadê kom bûn, wêneyên windayan rakirin û qurnefil danîn qada Galatasarayê. Di çalakiya vê hefteyê de Hevseroka  Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskin, Endamên komîsyona girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê û gelek parazvanê mafên mirovan amade bûn. Xizmên windayan di vê hefteyê de aqûbeta Xwendekarê Ragihandinê yê Zanîngeha Marmarayê û Serokê Federasyona Komeleyên Xwendekarên Tirkiyeyê Îsmaîl Bahçecî yê di 24’ê Kanûna 1994’an de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û windakirin pirsîn.

29 sal in em dipirsin: Îsmaîl li ku ye?

Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Aysel Ocak, daxuyanî da û diyar kir ku 29 sal in pirsa “Îsmaîl Bahçecî li ku ye” dikin û wiha got: “Em dibînin binpêkirina mafan gelek zêde ye. Dewletên eleqeder divê hesap ji vê yekê bipirsin. Divê faîl bên darizandin. Ji ber ku dewletên eleqeder vê berpirsiyariyê nadin ser milê xwe, binpêkirina mafan zêde dibe.”

 Bi dehan caran hat binçavkirin

Ocak, destnîşan kir ku ew dixwazin di dosyaya Îsmaîl Bahçecî de zelaliyek çêbibe û wiha got: “Di destpêka salên 90’î de xwendekarên zanîngehê, ji ber li dijî pergala YOK’ê mafên xwe yên demokratîk diparastin, ji bo mafê xwe yê xweser û demokratîk komele ava kirin. Xwendekarê Ragihandinê yê Zanîngeha Marmarayê Îsmaîl Bahçecî di nava xebata rêxistinê de cihê xwe girt. Serokê Federasyona Komeleyên Xwendekaran a Tirkiyeyê bû. Îsmail jî wekî xwendekarên din bi çalakiyên polîtîk derket pêş. Ew jî wekî xwendekarên din rastî zext û tundiyê hat. Bi dehan caran hat binçavkirin û îşkence dît. Di sala 1993’an de der barê wî de biryara girtinê hat dayîn. Polîsan bi ser mala Îsmaîl Bahçecî ya navçeya Avcilarê de girt. Ji ber vê yekê Îsmaîl ji malê qetiya.”

Polîs li xwe mikur hat

Ocak, anî ziman ku kesekî xwe wekî hevalê Îsmaîl da naskirin û di 24’ê kanûna 1994’an de bi telefonê li malbatê geriyaye û wiha got: “Kesê xwe wekî hevalê Îsmaîl da nasîn anî ziman ku Bahçecî ji aliyê polîsan ve hatiye revandin. Piştî vê agahiyê bavê Îsmaîl Bahçecî Şehmus Bahçecî di heman rojê de çû serî li Midûriyeta Polîsan a Gayrettepeyê û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê û DGM’ê da. Lê rayedarên darazê înkarkirin ku Îsmaîl hatiye binçavkirin. Di heman rojê de polîsan bi ser kargeriya hevalê wî de girt. Polîsên bi ser kargeriyê de girtin, îdîa kir ku li ser endamekî rêxistinê telefona wî hatiye girtin û ji ber vê yekê bi ser kargeriya wî de girtine. Piştî bi ser kargeriya hevalê wî de girtin, hevalê wî binçav kirin. M.Y. yê ku di Çileya 1995’an de li Enqereyê hat binçavkirin, diyar kir ku polîsan di lêpirsînê de ji wî re gotine ‘Em ê te jî wekî Îsmaîl Bahçecî winda bikin’ û gef li wî xwarine. Piştî 24’ê çileya  1994’an careke din agahî ji Îsmaîl Bahçecî nehat girtin. Polîsan jî careke din bi ser mala wan de negirt.

29 sal in aqûbuta Îsmaîl tarî ye

Ocak bal kişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê yên li Tirkiyeyê û wiha axivî: “Ne tenê em hemû civak dikeve bin bandora van polîtîkayan. Dayik Fatma û bav Şehmus Bahçecî ji bo kurê xwe bibînin bi hemû rayedarên dewletê re hevdîtin kirin. Lê tu encam bi dest nexistin. Windakirina Îsmaîl birin rojeva Meclîsa Tirkiyeyê. Birih saziyên navdewletî. Lê hemû hewldanên malbatê bê encam man. 29 sal in aqûbeta Îsmaîl nayê ronîkirin û aqûbat wî di tariyê de dimîne. kesên ew winda kirin nehatin cezakirin û hatin parastin.”

Em ê heta dawî têbikoşin

Ocak herî dawî da zanîn ku 29 sal in ji bo aqûbeta Îsmaîl Bahçecî bê ronîkirin têdikoşin û wiha bi dawî kir: “Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan 978 hefte ne ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin têdikoşin. Ji bo rastiya Îsmail Bahçecî bê ronîkirin û kujer bên darizandin em bang li rayedaran dikin û dixwazin erka xwe pêk bînin. Çiqas dem derbas bibe jî em ê lêpirsîna windayan berdewam bikin. Em ê heta dawî edaletê bixwazin. ”

Xizmên windayan û xebatkarên çapemeniyê piştî daxuyaniyê li Qada Galatasarayê ji bo Îsmaîl Bahçecî qurnefil danîn qadê.