19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya Nobeda Edaletê: Mifteya aştiyê bi Ocalan re ye

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 20’an dayikan xwestin ku gel tev li çalakiyê bibe û gotin ku mifteya aştiyê bi Ocalan re ye.

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji hêla Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî û Mehkûman Med (MED TUHAD FED) ve bi dirûşma “Ji Abdulah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku li gelek bajaran hatiyiye destpêkirin li Amedê li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rezanê bi biryardarî didome.

Li salona ku çalakî lê didome, pankartên “Ji dayikên lehengan hezar silav li zîndanan”, “Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” daleqandine.

Mifta aştiyê bi Ocalan re ye

Dayikên çalakger ên bi biryar di roja 20’an de çalakiyê didomînin. Meryem Soylu ya ku di nava dayikên nobeda Edaletê de cih digre diyar kir ku 20 roj in nobedê digirin û got: “20 roj in li vir em nobeda Edaletê digirin. Em dixwazin ev nobeda hê mezintir bibe. Heta ku Rêberê Gelê kurd azad bibe wê ev nobet bidome. Mifteya aştî û azadiyê di destê Abdullah Ocalan de ye. Em bang li her kesê ku  dibê em kurdin dikin, bila bên berpirsyariya xwe bi cih bînin. Gelê kurd ne azad e, lê dema Abdullah Ocalan azad bibe wê hemû civak azad bibe. Beriya her tiştî divê Ocalan û hemû girtiyên din azad bibin. Em ji girtiyên xwe yên di greva birçîbûnê de ne silavên xwe dişînin.”

Ji bo piştgiriyê endam û rêvebirên Tum Bel Sen, rêveber û nûnerên Dayîkên Aştiyê, rêxistinên civakî û gelek welatî serdana çalakgeran dikin. Di çalakiya ‘Nobeta Edaletê’de starnên şorêşî hatin gotin. Kesên  hatin serdanê li çepikan dan û lîlandin. Dirûşmên “Bijî berxwedane zîndanan, “Bê serok jiyan nabe”, “Bijî serok Apo” hatin berzkirin.

Serdanên nûnerên rêxistinên civakî, siyasî û welatiyan a ji bo çalakgeran didome.