5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata winda: Ji windabûna Erdal dewlet berpirsiyar e

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” a vê hefteyê de li aqûbeta Mustafa Erdal ê ku di binçavan de hat windakirin pirsîn. Malbatan anîn ziman ku dewlet ji windabûna Erdal berpirsiyar e.

Xizmên windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 776’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Çalagren wêneyên windayan û pankarta ku “Bila winda bên dîtîn û kujer bên darizandin” li ser hebû, hildan. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD’a Amedê vê heftê li aqûbeta Mustafa Erdalê ku di 29’ê Kanuna 1984’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di binçavan de hatibû windakirin, pirsîn. Gelek sazî û dezgehên sîvil tevlî daxûyaniyê bûn. Endama Komîsyona Windayan a şaxê ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî çîroka serpêhatiya winda Erdal xwand.

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz beriya daxuyaniyê axivî û got, “Di ser Komkujiya Mereşê re ku di 7 rojan de bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 45 sal derbas bûn. Bi hezaran welatî birîndar bûn. Em dizanin ku ev komkujî çiqasî hatiye plankirin, di qeydên dadgehê de jî hatiye dîtin. Ev sûcê li dijî mirovahiyê hê jî nehatiye ronîkirin. Kesên di dosyayê de tên sûcdarkirin di TBMM’ê parlamenterî kirin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin.”

Endama Komîsyonê Berfîn Elçî çîroka winda Erdal xwend û wiha got: “Mustafa Erdal di sala 1965’an de li gundê Narli yê navçeya Çelê ya Colemêrgê ji dayik bû. Zewicî bû û sê zarokên wî hebûn. Di 29’ê Kanûna 1984’an de li Gundê Narliyê di encama serdegirtina mala wî de ji aliyê hêzên dewletê ve hat binçavkirin. 25 roj piştî binçavkirina Erdal ji agahî dan malbatê gotin ku Mustafa Erdal miriye werin cenazeyê wî bigirin. Hat îdiakirin ku wî xwe ji zinaran avêtiye. Lê belê cenazê Mustafa Erdal ne wek cenazeyê kesekî ku ji cihekî xwe avêtibe, bû.”

Leşkeran ew bi ben kaş kirin

Kekê winda Erdal, Kemal Erdal der barê bûyerê de ev agahî dan: “Di 29’ê Kanûna 1984’an de leşkerên Tabûra Komando ya Çelê û Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Çelê bi ser mala Mistefa ya li gundê Narliyê de girtin. Di serdegirtinê de Mistefa bi xwe re birin. Me wek malbata wî gelek caran aqûbeta birayê xwe dipirsî lê her tim ji me re digotin ku ew ê di demek nêzîk de bê berdan. 25 roj piştî binçavkirinê ji me re gotin werin cenazê xwe bibin. Rayedaran ji me re gotin ku Mistefa xwe ji zinarên bilindahiya 85 metreyan avêtiye. Me cenaze wî girt. Gelek kesên li gund dîtibûn ku leşkeran wî bi ben girêdayî ji çiyê kaş kirine. Li ser serê wî gelek şopên çekan hebûn. Di serê wî de şopên çêkan hebûn. Şopên têl û benan  ku didestê wî de bûn, dihat zanîn ku destê wî hatibû girêdan. Ew ne laşê ku ji 85 metre bilindahiya xwe avêtibe. Li ser laşê wî şopên îşkenceyê hebûn.

Tu encam bi dest nedihatxistin

Li gel birayê min gundiyê bi navê Vahît Karabaş jî hat binçavkirin. Bi rastî jî ev kes şahidê bûyerê ye. Lê belê ji ber tirsa îfade neda. Ji mirina birayê min Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê Korgeneral Ramîs, Çawişê Pispor Fahrettîn û Fermandarê Yekîneya Leşkerî ya Dibistana Şevînî ya Herêmê Tûmer Kiliç berpirsyar in. Weke malbata wî me wê demê ji ber tirsê doz venekir. Vekirina doza li dijî leşkeran rîskeke mezin bû ji bo yên mayî û ti encam jî bi dest nedihatxistin. Serlêdana ku me pişt re jî kir ji ber şert û mercên qedexeyê hat redkirin.”

Daxuyanî bi çalakiya runiştinê bi dawî bû.