18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelo Tirkiye dîsa hêviya xwe ji Misrê birî

Li gorî agahiyên malpera El Hedes dîsa liv û tevgera rêxistina Ixwan Muslimîn (Birayên Misilman) li Tirkiyeyê zêde bûye û bi rengekî aşkera dest bi xebatên xwe kirine.

Wekî tê zanîn beriya demekê hikûmeta tirk gelek hewldan kirin da ku têkliyên xwe bi hikûmeta Misrê re asayî bikin. Ji bo wê yekê jî gelek sînor ji tevgerên vê rêxistinê re danîbûn. Ferman dabûn televizyon û malperên Ixwanan ên ji Stenbolê weşanê dikin ku bi tu awayî êrîşî hikûmeta Misrê nekin.

Di encama van astengiyan de gelek rêveberên vê rêxistinê ji Tirkiye derketin û berê xwe dan deverên din ên wekî wekî Londonê û xebatên xwe yên çapemeniyê ji wir berdewam kirin.

Lê di van rojên dawî de wiha xuyaye ku Tirkiye an hêviyên xwe ji asat-yîkirina têkliyên bi Misrê re qut kiriye an jî dixwaze tevgera Ixwanan dîsa wekî zextekê li hemberî Misrê bikar bîne.

Beriya çend rojan li Stenbolê civîneke bi navê (Ciwanên Guhertinê) pêk hatibû û gelek rêveber û serkêşên Ixwanan tevli vê civînê bûbûn. Li gorî wê civîn ew dixwazin niha ciwanên ku li Tirkiyeyê perwerde bûne vegerînin welatên wan û li wir karên xwe yên rêxistinî berdewam bikin.

Li gorî agahiyên heman çavkaniyê ji bo perwerdeya ciweanên rêxistina Ixwan Mislimîn di sala 2017’an de akademiyek hatibû avakirin û li wir ciwanên ixwanan hînî zanistên civakî, siyasî, lêkolînên stratîjîk, aborî, rêveberî  û têkliyên navdewletî bûne.

Ev akademî li Yenî Busnaya Stenbolê hatibû avakirin û heyeteke ji 320 akadimisyanên ji 25 welatan pêk tê, li wir perwerde didan ciwanên ixwanan.

Armanca sereke ya vê perwerdeyê ew e ku nifşeke nû yê ciwanên Ixwanan ku di warê istixbarat û danheva agahiyan de şareza bin, amade bikin.

Gelo piştî van agahiyan dê helwesta hikûmeta Misrê çi be û hewldanên hikûmeta tirk ên nêzakatiya bi Misrê re li ser çi bingehê berdewam bikin dê di rojên pêş de xuya bike.