5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ma ev zilm dê heta kengî bidome?

Malbatên girtiyên nexweş, ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye serbest bêne berdan, di roja 77’an de çalakiya xwe li Baroya Amedê berdewam kirin. Hevserokên Komeleya Piştevaniya Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Anadolu (ANYAKAY-DER) Sultan Yagma û Halît Batan, ji bo piştgiriya malbatan ji Îzmirê hatin Amedê û serî li malbatan dan. Sultan Yagma anî ziman ku ji bo piştevaniyê ji Îzmirê hatiye û wiha got: “Em ji Îzmîrê hatin û  em her tim piştgiriyê didin malbatan. Girtiyên nexweş û ê ku înfazên wan hatine şewitandin bernadin. Em dixwazin ev zilm dawî bibe. Ma ev ziml dê heta kengî bidome? Em bang li hemû malbatên girtiyan dikin. Bibin dengê xwe û malbatan.”

Ji malbatan Feyzîye Kolakan jî diyar kir ku ew edaleteke bi rûmet dixwazin û  wiha berdewam kir: “Nexweşen girtî li ber mirinê ne. Girtî dixwazin ku li ba malbatên xwe bên dermankirin. Em ditirsin ku cenazê ji girtîgehan derkevin. Eger em li derve ewqas zehmetiyan dijîn, gelo ên li nava çar diwaran çawa dijîn? Ez li derve nexweşim kurê min li girtîgehe nexweşe.