5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HSD: DAIŞ’î ji Serêkaniyê û Iraqê hatin

HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya Pêngava Gurzê Gelan a li dijî DAIŞ’ê eşkere kir û diyar kir ku di encamê de 374 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. HSD’ê anî ziman 70 jê karmendên girtîgehê bi giştî 121 karmend û şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) encamên Pêngava Gurzê Gelan bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir. Di civîna çapemeniyê de endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Siyamend Welat û endamê Fermandariya Giştî ya HSD’ê Mehmûd Berxwedan amade bûn. Ji Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed daxuyanî da û wiha got:  “20’ê çileya 2022’an de êrişeke berfireh û plankirî ya terorîstên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Hesekê pêk hat. Gelek komên çete yên DAIŞ’ê yên xwekuj ji derve ve tevlî vê êrişê bûn. Di dema êrişê de, destpêkê wesayîteke teqemeniyê li ber deriyê girtîgehê ya derve xwe teqand û ji 3 milan ve jî êrişî ser girtîgehê kirin. Di heman demî de jî xwestin ku kontrola girtîgehê bi dest bixin da ku hêzên HSD’ê yê ku muxadeleyê cihê êrişê bike derbe bikin. Di heman demê de bi hezaran çeteyên di hundirê girtîgehê de jî êrişî ser karmendên girtîgehê û ewlekariya hundirîn yê girtîgehê kirin. Her wiha qemyonek tije çek û cebilxane jî nêzî deriyê girtîgehê kirin da ku girtiyên DAIŞ’ê dema ku ji girtîgehê derkevin bikaribin xwe bi çek bikin û eger ev plana wan bimeşiya wê êrişî Taxa Xwêran û her weha Taxa Zixûr û hin saziyên Rêveberiya Xweser û yên leşkerî yên li herêmê bikirana. Amadekarî û planê wan li ser vî esasî bû.”

‘HSD’ê bi lehengî li ber xwe dan’

Welat, destnîşan kir ku ji bo piştgirî û bingeha êrişê, li taxên wekî Xwêran û Zixûr di hindek malan de sixinaq hatibûn kolandin û wiha lê zêde kir: “Bi vî awayî zemînekî ji bo serketina vê planê xwestibûn amade bikin. Lê di serî de şervanên parastina girtîgehê û hêzên me berxwedaniyekî bi qehremanî nîşan dan û di serî de jî hevalê Cemal Kobanê û hevalê Akîf yên ku rêveberiya ewlekariya girtîgehê bûn, bi qehremanî şer kirin û gihiştin asta şehadetê. Van hevalên me hiştin ku planê DAIŞ’ê bi sûrat û lezgîniya ku hatiye plankirin nemeşe û planê wan asteng bibe. Dû re jî hêzên me yên HSD’ê û Asayîşê yên li herêmê bi lezgînî mûdaxele kirin û bi rêbazekî rêxistinkirî û bi sûrat girtîgeh xistin dorpêçê. Cardin derdora avahiyên zanîngehê yên ku bi dîwarê girtîgehê ve ye jî xistin dorpêçê. Ji ber ku di encama qulkirina dîwar de hinek DAIŞ’iyên ku ji girtîgehê reviyabûn xwe gihandibûn van avahiyan. Ji bo vê derdora wan avahiyan jî hate dorpêçkirin.”

‘Hamleya Gursê Gelan êrîşa DAIŞ’ê pûç kir’

Welat, bal kişand ser hamleya Gursên Gelan û wiha dirêj kier: “Hêzên me derdora Taxa Xwêran bi giştî û taxên derdorê kontrol kir û piştî vê gavê êdî êrişa dijber ji hêla hêzên me ve dest pê kir. Di çarçova Pêngava bi navê Gurzê Gelan êrişekî paqijkirinê li hember DAIŞ’ê him li derdora girtîgehê û Hasekê û him jî li giştî herêmên wekî Dêrezor û Reqqayê hate destpêkirin. Hêzên HSD’ê û Asayîşê bi wêrekiyeke mezin û bi pisporî çûne ser van grubên çete yên êrişkar û piraniyên wan hatin tunekirin û her wiha hin çeteyên ku ji girtîgehê çek bi dest xistibûn jî hatin bê bandorkirin.

Di encamê de cardin ev girtî hemû ketin bin kontrolê û derbasî girtîgehekî cûda hatin kirin. Di encamê de ji ber qehremantiya şervanên parastina girtîgehê yên di bin fermandartiya hevalê Cemal Kobanê de li ber xwe dan û bi sûrat mûdaxelekirin û destpêkirina pêngava paqijiya Hasekê rewş kete bin kontrolê û ev plana DAIŞ’ê têk çû. Ev êriş di encama planekî berfireh û demdirêj de pêş ket. Li gorî belgeyên ku hatine bi dest xistin û li gorî îtirafên berpirsiyarên çeteyên êrişkar yên ku hatine girtin, derkete holê ku eger plana wan ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê bi ser biketana, wê him êrişî taxên dîtir yên Hasekê bikirana û him jî wê li cihên wekî Hol, Şeddadê û Dêrezorê êrişên hemwext û hewildanên planê berfireh bixistana meriyetê û bi vî awayî wê DAIŞ’ê xîlafeta xwe ya qaşo Dewleta Îslamî a Duyemîn îlan bikirana. Xwestin vê bêxin destpêka êrişekî mezin li ser herêmê û carekî din terora kuştinê û demekî tarî û reş li ser gelên herêmê ferz bikin û bidine jiyankirin. Lê ev plana DAÎŞ’ê bi fiyaskoyekî mezin bi dawî bû û cardin dîmenên wekî Baxozê ku bi girseyî neçar mabûn teslîmî hêzên me bibin derketin holê û rewş bi temamî kete bin kontrolê.

‘DAIŞ ji Serêkaniyê û Iraqê hatin’

Welat bal kişand ser hêza li pişt DAIŞ’ê û wiha berdewam kir: “Bêguman ev plana DAIŞ’ê berfireh bû û tenê ne êrişekî herêmî bû. Li gorî agahiyên di destê me de û li gorî îtirafên çeteyên êrişkar yên ku hatine girtin, qismek ji çeteyên êrişkar ji herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê û Til Ebiyadê hatibûn, qismek jê jî ji hêla Iraqê hatibûn taqwiyê û esas plan û koordînekirina vê êrişê, li gorî ku hatiye tespîtkirin li derveyî sînorên Suriyeyê hatibû çêkirin. Bêguman ev êrişa DAIŞ’ê ji nişkê ve çênebû. Piştî serketina Baxozê a mezin, di aliyê coxrafîk de DAIŞ tune bûbû, lê belê DAIŞ xwe ji nû de ava kir û li gorî şert û mercên nû xwe birêxistin kir û her tim xwest cardin vegere hêza xwe ya berê û tirs û xofekî terorê li ser civakê û gelên herêmê çêbike. Heger DAIŞ karîbûye heta niha xwe li ser lingan bigire û hîna dikare hêza xwe ya çalakiyan û êrişê ava bike, ev yek ji ber xwe sipartina şert û mercên siyasî digire û cardin ev yek bingeha xwe bi şiklekî dîrekt an jî endîrekt ji alîkariya hin hêzên herêmî û hin dewletan digire. Di vî alî de rola dewleta tirk ya herî zêde ye. Ji ber ku êrişên dewleta tirk yên li ser Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê û tehdîdên wî yên daîmî, him moral dide DAIŞ’ê û him jî zemînekî ku DAIŞ ji xwe re xwe bi rêxistin bike û nefes bistîne derdixe holê. Her weha herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê û Til Ebiyadê jî zîvirîne wekî herêmên herî bi ewle û herî parastî ji bo DAIŞ’ê da ku xwe birêxistin bike û xwe perwerde bike. Jixwe hinek êrişkarên ku di êrişa li ser girtîgeha Sînaa de cih girtine, ji van herêman hatibûn. Di vî alî de berpirsiyartiya dewleta tirk heye.”

‘Bi hezaran malbatên DAIŞ’iyan li ser pişta HSD’ê hiştin’

Siyamend Welat bal kişand ser helwesta Koalîsyona Navneteweyî û wiha pêde çû: “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya bi Koalîsyonê re heta astekd baş jî têye meşandin. Lê bi taybet piştî têkçûna DAIŞ’ê a di aliyê coxrafîk de, bi hezaran girtî û bi deh hezaran malbatên wana yên li Qampa Holê weke barekî tenê li ser HSDê û Rêveberiya Xweser hatin hiştin û vê êrişa dawî jî da diyarkirin ku DAIŞ hîna xeteriyeke mezine û ne tenê li ser ewlekariya herêmên me, her weha xeteriyeke mezine ji bo ewlekariya hemû cîhanê. Vê êrişê carekî din derxiste holê ku pêwiste alîkarî û desteka cîhanî, bi taybet yê koalîsyona navdewletî yê ji bo HSDê û Rêveberiya Xweser, him di aliyê askerî de, him di aliyê teknîkî de û him jî di aliyê siyasî de hîn xûrttir çêbe û îhtiyacî bi vê yekê jî heye. Ev berpirsiyartî, di têkoşîn û şerê li hember DAIŞ’ê de û her weha di çareserkirina pirsgirêkên malbatên wan de, di navbera HSDê, Rêveberiya Xweser û koalîsyona navdewletî de berpirsiyartiyekî mûştereke.

Kampa Holê mayîna li ber teqînê ye

Cardin vê êrişê de xuyakirin ku pêwiste ji bo Qampa Holê çareseriyên bingehîn bêne peydakirin ku ev qamp wekî bombeyekî ku pîmê wî hatiye kişandine. Her weha pêwîstî heye ku ji bo darizandina bi hezaran terorîstên DAIŞ’ê yên girtî zemînekî mahkemê yê navdewletî bê avakirin û çareserkirina van pirsgirêkan çiqasî dereng bikeve wê ewqasî DAIŞ ji vê yekê feyde bibîne.”

‘Em spasiya gelê Hesekê dikin’

Welat herî dawî bal kişand ser helwesta gelê Hesekê û wiha bi dawî kir: “Di serî de gelê me yê Hasekê bi giştî, bi erebên xwe, kurdên xwe, suryan û asuriyên xwe ve û bi taybet jî yên Taxa Xwêran, Zixûr, Neşwe û hemû taxên din yên bajar, di hûndirê vê heftiya bihûrî de alîkariyekî mezin bi hêzên HSD’ê û bi hêzên Asayîşê re kirin û bajarê xwe û taxên xwe parastin û di wextê de agahiyên pêwist dane hêzên ewlekariyê û ev hefteya derbasbûyî bû mînakeke ku heger gel û şervan bi hev re bibine yek, serkeftin misoger dibe. Ji bo vê yekê em ji gelê xwe yê Hasekê re li ser hişyarî, fedakarî û alîkariya wan a mezin spas dikin. Dersa herî xûrt yê ku em ji vê êrişa DAIŞ’ê derxin yek jê ev e.

Em dîsa ji ber hevkariya hêzên derve spas dikin. Şervanên HSD’ê û hêzên Asayîşê fedakariyekî mezin nîşan dan û hêvî û planên DAIŞ’ê di qirika wan de hiştin û di vê oxirê de gelek şervanên me yên hêja şehîd ketin. Li ser vê bingehê em şehîdên xwe yên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr tînin û soza xwe ya serkeftinê û parastina herêmê ji gelê xwe re cardin dubare dikin û em hemû şervan û fermandarên ku di vê pêngavê de rol leyîstine pîroz dikin.

Em bang li raya giştî û hemû hêzên eleqedar dikin û em dibêjin ku carekî din eşkere bû ku ji bo kabûsa DAIŞ’ê carekî din venegere, ji bo DAIŞ nikaribe xwe topî ser hev bike, pêwistiya alîkariyekî hîn xûrttir bi QSDê re û xelqê Bakûr û Rojhilatê Suriyê re û bi Rêveberiya Xweser re heye.

Bîlanço

Çeteyên DAIŞ’ê di hûndirê girtîgehê de 77 hevalên me yên karmend û parezvanên zindanê bi awayekî hovane şehîd xistin. Di şerê derve yê ku 7 rojan berdewam kir de jî 40  şervanên Û 4 ji hemwelati me şehîd ketin. Di çarçova Pêngava Gurzê Gelan de bi giştî 121 karmend û şervanên me bi qehremantiyekî mezin şehîd ketin. Em şehîdên xwe cardin bi bîr tînin. Hejmara kuştiyên DAIŞ’ê 374 çete ne.”