17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gemiya yekemîn a hinartina genimê Ukraynayê bi rê ket

Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba da xuyakirin ku îro gemiya yekemîn a hinartina genimê Ukraynayê barê xwe bar kir û kete rê.

Dmitro Kuleba li ser hesabê xwe yê dijîtal, agahiyên der barê hinartina gemiya yekemîn a genimê Ukraynayê belav kiriye û tê de wiha gotiye: “ Ev roja ferecê ye ji bo cîhanê û bi taybetî ji bo hevalbendên me yên Rojhilata Navîn, Asya û Afrîkayê. Piştî çend mehan ji dorpêçê genimê Ukraynayê tê hinartin.”

Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov der barê çûna keştiya yekem de, ji rojnamevanan re axifî û wiha got: “ Ev yek pir erênî ye. Her wiha ew ji bo ceribandina bandora mekanîzmayên ku di hevdîtinên li Stenbolê de li ser hatine lihevkirin, derfeteke baş e.”

Ji aliyekî din ve Kremlinê jî kêfxweşiya xwe ji derketina gemiya yekemîn ji bendergeha Odîsayê anî ziman.

Hêjayî gotinê ku ji dema êrîşên Rûsyayê ên li dijî Ukraynayê dest pê kirine ev cara yekemîn e ku genimê Ukraynayê tê hinartin.