spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çînê gef li Nancy Pelosi xwarin

Seroka meclisa nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi di çarçoveya serdanên xwe yên welatên Asyayê de îro serdana Sîngapurê kir.  Der barê van serdanên Nancy Pelosi yên welatên Asyayê de çav li rê ye ku ew sibê serdana Taywanê jî bike.

Piştî nûçeyên di vê der barê de hatin servîskirin Çînê nerazîbûna xwe li dijî vê serdanê anî ziman û gef li Nancy Pelosi xwarin.

Wezareta Karên Derve ya Çînê der barê vê mijarê de daxuyaniyek da û tê de wiha hate gotin: “Heke seroka Meclisa Nûneran Nancy Pelosi serdana Singapurê jî bixe nava serdanên xwe yên Asyayê dê artêşa Çînê li dijî vê serdanê bêdeng nemîne.”

Li gorî daxuyaniya Bervekê Wezareta Karên Derve yê Sîngapurê dê Nancy Pelosi di serdana xwe ya Sîngapurê de hevdîtinan bi serok Helîme Yaqûb û serokwezîr Lee Husên Long re bike, her wiha dê bi hin wezîrên din ên Sîngapurê re jî hevdîtinan bike.

Nancy Pelosi beriya destpêkirina serdana xwe gotibû ku ew dê serdana Maleziya, Koreya Başûr û Japonyayê bike.