17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Daxuyaniya Demîrtaş û 200 nivîskarên tirk

Mihemedê Pîrosî

Bêguman her peyv û daxuyaniyên li ser aştî û çareseriya pirsgirêka kurdan pîroz û bi wate ne. Divê herdem di rojevê de be û bê nîqaşkirin.Tu kes nikare bibêje ji bo çi ev nîqaş û daxuyanî tênekirin. Ji ber ku pisgirêka herî mezin e û bandorê li hemû heremê dike. Wisa xuyaye heta çareseriyeke xurt çênebe dê ji rojevê jî nekeve.

Bes bêyî pêşkêşkirina rê û rêbazan; nîqaşkirin û daxuyaniyên bi vî rengî bê  cidiyet in û ne di ferqa mezinatiya pisgirêkê de ne. Nîqaş û peyamdayînên alîgirîn û meqsedên ne qenc di binde veşartî ne. ji bo ku pisgirêkeke dused sal zêdetire didome û ev pêncî sal in bêhtir sor û dijwar bûye. Bûye birînek û êşê dide her kesê. Heke çareseriyeke mayînde, bi rê û rêbazên cidî mixatebên bingehîn neyên hember hev û nîqaş neyê kirin dê zirarên mezin bidin ku dê ji bo her tiştî derng be. ji ber wê yekê tu kes nikare bi hine sîfet û taybetmendiyên xwe rabin daxuyaniyên weke bêşert û merc bila cek bêne berdan bidin. Ev ne hedê tu kesê ji me ye ku xwe bixin cihê mixeteba û daxuyaniya bidin. Ew nêzîkbûneke erzan û valaye û baweriyê nade tu kesê.

Lewre li ber çavaye ku şer giranbûye û sînor derbazkirine. Êrîş û berxwedan hevdû mezin dikin û şerekî bê mezin heye. Komar bi planên tunekirinê tevdigere û tevgerên kurd  di berxwedana hebûn û tunebûnê dene. Tecrîd, weke şûrekî zilmê li ser situyê kurdan e û girtina wekil û hevserokên partî û şaredaran berdewam e. Bi polotîkayên ‘qeyûmtiyê’ tu maf di destên kurdan de nehiştiye. Zindan tejî bûne û hero cendekên kurdan jê derdikevin.Girtina partî û saziyên kurdan berdewam e.

Ji ber wê yekê ez dibêjim daxuyaniya birêz Selahattîn Demirtaş ne li gorî demê ye û bo daxuyaniyeke bi vî rengî tu temel tune ye. Divê ji her kesê bêhtir birêz Demirtaş giranî û hevsengiya demê bizane. Divê bizane ku daxuyaniyeke weke bêşert û merc çekdanîn, daxuyaniyeke kevin û beqeme. Ji demên agirbest û hevdîtinên ku hatine kirin de êdî peyva bêşert û merc çekdanînê bê wate maye. Ji bo ku şahidê herê zindî ew bi xweye. Nizanim belkî fikir a wî be. Belkî jî hinekan bi pêşniyaran ew daxuyanî bi wî dabe kirin. Lê çibe bila bibe bi nêrîna min, ne daxuyaniyeke di pîvana birêz Demirtaş de ye.Her çiqas 200 nivîskar û rewşenbîrên tirk bi coş piştgirî dabin wê daxuyanîyê jî hemû kurd xistine nav fikaran. Gelo heke di nişkê de bêşert û merc çek bêne berdan dê çibibe? Baweriya birêz Demirtaş û wan 200 nivîskaran heye ku dewlet dê ji bo pirsgirêka kurd bikeve nav hewildaneke qenc.

Gelo ew 200 nivîskar dê wê demê çawan daxuyanî bidin û dê nivîsên çawan binivîsin? Ji bo ku li gorî pênasekirinan, nivîskar û rewşenbîr weke wijdana civakê têne dîtin. Gelo ew daxuyanî bi kîjan dil û wijdanê hatiye dayîn ku bi coş û di zemanekî kin de organîze bûne û daxuyanî dane. Wisa xuyaye ku li benda daxuyaniya birêz Demirtaş bûne…

Gelo bo çi nivîskarekî kurd di nava wan 200 nivîskaran de nîne, dixwazin çi peyamê bidin? Gelo peyda nekirine yan jî tu nivîskarên kurd destek nedane wan? Gelo dema çekberdana bêşert û merc çêbibe jî dê di daxuyaniyên xwe de cih bidin nivîskarekî kurd? Gelo dê wê demê tu kesê bibînin ku destekê bidin wan an na?

Gelo dê wê demê bikaribin daxuyaniyên bi vî rengî bidin an na?..