6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ronahiya we digihêje axên me’

Bertekên li hemberî kuştina Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan didomin.  Rêxistinên jinan û komên cuda yên Katalonyayê jî kuştina 3 fermandarên jin ên ji aliyê dewleta tirk ve hatine kuştin, bi daxuyaniyeke şermezar kirin.

Peyama jinên Katalonyayê ji bo bîranîna 3 jinên şoreşger wiha ye:

“Têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê û rola bingehîn a jinan bi salan e parçeyên din ên cîhanê ronî dike. Cihên din ên ku jin û nasnameyên mûxalîf li dijî êrîşên baviksalarî, kapîtalîzm, nîjadperestî û mêtîngeriyê li ber xwe didin.

Li hemberî îdeolojiya lîberal a li ser xaka me serdest e, Şoreşa Rojava ji bo têkoşîna li dijî desthilatdariyê hêviyê didomîne. Şoreşgerên Rojava bi mîrateya şervanên li çiyayên Kurdistanê gelek caran nîşan dane ku ne tenê di parastina rewa de, di heman demê de di hemû warên afirandina vê cîhana nû ya ku em xeyal dikin û berê xwe didin pratîkê, gelek caran pêdiviya lezgîn a avakirina rêyeke pêşîn a li ser hemû astan nîşan dane.

Her wiha; hevrêyên li wir bi têkoşîna xwe ya li dijî fikra dewletê û feraseta faşîst a dewletên ku ax û gelên wan diçewisînin, ji bo jinên azadîxwaz ên li çar aliyê cîhanê bûne mînaka zindî û asoyên şoreşgerî berfireh dikin.

Rola ku jinan li Kobanê û di vê berxwedana bê westan de lîst, ligel serketina hêzên parastina gel YPG/YPJ’ê, di şerê li dijî DAIŞ’ê de di asta navneteweyî de bûye xaleke veguherînê. Damezrandina YPJ’ê û rola wê ya aktîf di xweparastinê de bû mînakek bi rûmet.

Îlhama fedaîbûnê û tecrûbeyên wan sînor derbas kir. Jinên enternasyonalîst ên ji çar aliyê cîhanê jî tevlî parastina Şoreşa Jinan a Rojava bûn û gelek ji wan tev li YPJ’ê bûn.

Bi saya hevrêyên ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tên, em dizanin ku xeyala azadiyê ji bo her jineke ku xaka xwe û riya jiyana wekhev diparêze pêkan e.

Hevrêyên weke Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan YPJ mezin kirin û di mezinkirina projeya şoreşgerî ya ku tê de jiyan, têkoşîn û îlhama me gelekan mezin kirin.

Di 22’ê tîrmehê de dewleta tirk a faşîst bi yek ji rêbazên xwe yên şer bi balafirên bê mirov a bi çek wesayîta 3 hevrêyan bombe kir, ew kuştin û bi vî rengî rewşa şer a li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girantir kir. Her sê şehîd ji forûma ku ji bo bîranîna 10’emîn salvegera Şoreşa Jinan a Rojava hatibû lidarxistin vedigeriyan.

Bi van suîqastan re tirsa dewletên faşîst ên mîna Tirkiyeyê yê, ji azadiya jinên ku ji destpêkê ve bi awayekî bijartî wan qetil dike, derxistiye holê. Em Erdogan û hevkarên wî şermezar dikin. Hevalbendê dewleta tirk û endamê NATO’yê dewleta Îspanya jî hevkarê vî sûcî ye û di warê leşkerî û aborî de hevkariya sûcên şer ên Tirkiyeyê yên îro li dijî gelê kurd û tevgera azadiyê ye.

Ji Katalonyayê gelek rêxistin, kom û kolektîfên jinan vê êrîşê û hemû êrîşên li ser Şoreşa Jinê şermezar dikin. Em bi windakirina hevrêyên xwe bi hêrs in, lê mînaka wan cesaretê dide me ku em berdewam bikin û em dizanin ku her şehîdek şoreşê li her derê xurtir dike.

Em bi êş û elemên jinên şoreşger ên Kurdistanê re diêşin û Jiyan, Roj û Barîn bi rûmet dikin. Ronahî û berxwedana we digihêje axên me û bi vê germahiyê em tevlî têkoşîna azadiyê dibin.”