28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li parlamentoya Libnanê tacîz

Îro parlementer Cynthia Zarazîr ya ku di parlementoya libnanê de ye daxuyaniyeke li ser taciz û nêzikatiya parlementerên mêr da. Daxuyaniya Cynthia Zarazîr di raya giştî de rastî gelek nerazîbûnan hat.

Cynthia Zarazîr di daxuyaniya xwe de da zanîn ku li parlementoyê ji aliyê hin hempîşeyên xwe ve hatiye tacizkirin û li hemberî wê bêrêzî hatiye kirin. Zarazîr di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji roja ku ez ketime parlementoyê heta niha li hemberî min nêzikatiyeke rêzdar nehatiye nîşandan.”

Zarazîr di berdewamiya daxuyaniya xwe de hin mînakên wê tacîzê da û ev tişt anî ziman: “Min di nava odeya ku li parlamentoyê ji bo min hatiye veqetandin de kovara bêaxlaq û qirêj dît. Di nav parlamentoyê de jî gotinên nexweş û bêexlaq li ber guhê min dixin, heke nêzîkatiya van kesan ji bo parlamentereke jin wiha be dê ji bo xelkê normal çawa be.”

Ev daxuyanî li ser medya dijîtal de rastî nerazîbûn û bertekên mezin hatin û hin kesên ku piştgiriya xwe bi  parlamentera jin re nîşan dan jê xwestin ku navê wan parlamenteran ji raya giştî re aşkera bike.