7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP li Amed û Stenbolê mitîng li dar dixe

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rexmî êrişên li dijî xwe jî xebatên xwe yên siyasî didomîne. Di vê çarçoveyê de wê HDP di meha tebaxê de li Amed û Stenbolê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û krîza aborî û pirsgirêkên welat du mitîngan li dar bixe.

Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, wê mitîng bi şîara “Çareserî Em in Ji Şer û Kedxwariyê re Na” bên lidarxistin. Destpêkê wê di 6’ê tebaxê de li Amedê û rojek piştî wê di 7’ê tebaxê de jî wê li Stenbolê mitîng bên lidarxistin.

Mitînga Amedê

Mitînga li Amedê wê li Qada Stasyonê bê lidarxistin û li bendê ye ku Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar tev li bibe. Ji ber ku wê mitîng mitînga herêmê be tê payîn ku ji bajarên bakurê Kurdistanê jî gelek kes tev li mitîngê bibin.

25 parlamenter tev li xebatên mitîngê dibin

Xebatên mitîngê wê sibê li Amedê dest pê bikin. Wê 25 parlamenter tev li xebatên mitîngê bibin û li hemû navçeya bi gel re hevdîtin bên kirin. Her wiha wê di çarçoveya xebatê de serdana malbat û esnafan bên kirin û civîn bên lidarxistin. Wê ev xebat piştî mitîngê heta hilbijartinan bidomin.

Di rojên pêş de wê bernameya mitînga li Stenbolê jî diyar bibe.