9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Papa piştî 160 salan lêborîn xwest

Ewropî dema cara yekem parzemîna Amerîka keşf kirin, rastî xelkên xwecihî hatin. Di destê xelkê xwecihî de ji derî tîr û kevan çekekê agirbar tune bû. Ewropî dema ji deryayê derketin ser axa wan ji bo ku welatê wan ên dewlemend, vala û xoşewîst dagîr bikin, bi çekên agirbar komkujên dijwar û mezin pêk anîn. Xweciyên mayî bi neçarî cîwarên xwe berdan û ber bi daristan û çiyan de revîn. Her ku ewropî li seranserê parzemîna Amerîkayê bi cî bûn, avadanî û bajarvaniyê dest pê kir, carek din bi hezaran xweciyan kuştin. Ez ê di vê nivîsa xwe de, bi kurtî tenê behsa gelên xwecihî yên li Kanadayê bikim ku ewropiyan çi bobelat û karesat bi serê wan û welatê de wan anîn.

Li gorî lêkolînan ji 10 hezar salan ve gelên xwecihî li Kanadayê dijîn. Li Kanadayê du komên xwecihiyên mezin hene. Yek, First Nations (gelê xweciyê pêşîn) in. Navekî wan ê din jî Sorik (Kızılderî) ne. Gelê duyem jî İnuit e û ji wan re Eskîmo jî dibêjin.

Li Kanadayê dêrên katolîk ên şevînî

 Îngîlîzan di sala 1867’an de li Kanadayê mafê rêveberiya herêmî qebûl kir. Bi vê qebûlkirina rêveberiya herêmî re, li her deverên Kanadayê dêrên katolîk ên şevînî dest bi komkirina zarokên gelên xwecihî kirin. Bi hezaran zarokên Sorik û Înuîtan kom kirin û li wan dêran dest bi perwereyê kirin. Armanca perwerdeyê asîmîlasyona zarokên gelên xwecihî bû. Dest bi asîmîlasyoneke piralî û întensîf kirin. Ji ziman dest pê kirin û bi çand û olê domandin. Bandoreke psîkolojîk a wiha li ser zarokan hiştin û ew dane bawerkirin. 150 hezar zarokên xwecihî li wan dêrên şevînî hatin asîmîlekirin. Piştî salan hat tespîtkirin ku 4200 zarok lêdan û destdirêjî dîtine. Ji aliyê rahîb û rahîbeyan ve îşkence li wan hatiye kirin. Gelek ji wan wek kobay bi kar anîne. Hinek ji wan ji birçînan û hinek jî ji bêdermanî û bêdoktorîtiyê tuşî nexweşiyan bûne û mirine. Yên mayî jî bi paş ve venegerîne cem dê û bavê xwe. Ji ber vê yekê navê “Zarokên Wenda” li wan hatiye kirin.

Sîstema dibistanên Dêrên Katolîk ên Şevînî 160 salan dom kirin. Di sala 1996’an de ew dibistanên katolîk ên asîmîlasyonê ji ber helwest û çalakiyên hêzên demokrat û raporên Komîsyona Lihevkirin û Heqîqetê hatine girtin. Bi hezaran zarokên gelên xwecihî yên Kanadayê li gel zilm û zorê di çerxa komkujiya çandî de hatin derbas kirin. Îro li seranserê Kanadayê 1.172.790 gelên binecî mane. Piraniya wan asîmîle bûne û cî û warên xwe berdane, li bajar û welatên cuda derbeder di nav sefletê de dijîn.

Ji sala 2018’an ve, di serî de serokwezîrê Kanadayê Justîn Trudeau û piraniya dem û dezgehên mafê mirovan dixwestin ku Serokê Dewleta Vatîkan û rûhaniyê Katolîkan ê cîhanê Papa li ser navê katolîkan ji bo vê jenosîda çandî lêborîna xwe ji xweciyên Kanadayê bixwaze. Papa heta niha xwe nedida ber lêborînê. Lêbelê di 24’ê Tîrmeha 2022’an de Papa Françis çû Kanadayê û bi awayekî fermî vê lêborînnameya ku 160 sal dereng mabû da û bi van hevokan anî ziman:

“Dêr ji bo rûxandina çanda gelê xwecihî hevkarî kir. Ji bo ku xerabiya li gelên Kanadayê yên xwecihî hatiye kirin, ez lêborîna xwe dixwazim. Bi salan ji aliyê xirîstiyanan ve zilm û xerabî li gelên xwecihî yên Kanadayê hatiye kirin bi dilekî xemgîn lêborîna xwe dixwazm.”

 Li Osmanî û Tirkiyê dibistanên şevînî

Wekî tê zanîn ji dema Osmanî ve heta îro wek gelên xwecihî yên Kanadayê li ser me kurdan jî her cureyê asîmîlasyonê bi kar anîne û tînin. Dewleta Osmanî cara yekem di sala 1892’an de bi navê Dibistanên Zarokan ên Eşîran çend dibistan ava kirin. Armanca dibistanên Zarokên Eşîran ew bû ku zarokên kurd û zarokên kêmatiyên din asîmîle bikin, ew di perwerdeya leşkerî re derbas bikin. Ji wan Alayên Hemîdiyê ava bikin û li dijî kurd û ermeniyan bi kar bînin. Bi wan di navbera Osmanî û Rûsyayê de herêmeke tampon pêk bînin. Bi wan li seranserê Kurdistanê Alayên Hamîdiyê avakirin û dest bi talan û xenîmetê kirin û di nav eşîrên kurdan de şer û dubendiyê geş kirin.

Di dema Komara Tirkiyê, di sala 1940’î de vê carê Enstûtiyên Gundan vekirin. Ji bo ku zarokên gundî asîmîle bikin û wan wek mamoste, hekîm û ebe bişînin gundan bi wan çerxa asîmîlasyonê tûjtir, tûntir, xurtir û leztir bikin. Heta sala1942’an li bajaran dibistanên seretayî 5 sal bûn û li gundan jî 3 sal bûn. Di vê salê de dibistanên gundan jî kirin 5 sal. Bi wê re paralel di heman salê de dest bi dibistanên seretayî yên şevînî jî kirin. Zarokên ku bigirtana dibistanên şevînî divê ji gundan bûna. Piştî pêc salan

Dewletê ceriband ku di warê asîmîlasyonê ev dibistanên şevînî roleke girîng û mezin dilîzin. Di sala 1962’an de li Kurdistanê dibistanên seretayî yên şevînî bi qanûneke nû bi awayekî fermî û sîstematîk xistin nav bernameya hîndekarî û perwerdeyê. Ji gundan keç û law kom kirin û li van dibistanan bi cî kirin. Di nav du salan de li seranserê Kurdistanê 32 dibistanên seretayî yên herêmî û şevînî ava kirin û dest bi perwerdeya asîmîlasyonê kirin. Li van dibistanan wek ku li Kanadayê li zarokên xweciyan heqaret, zilm û destdirêjî kirin, li Tirkiyê jî heman tişt anîn serê zarokên kurdan. Piranî êdî zimanê xwe yê dayikê ji bîr dikirin. Weha asîmîle bûn ku carek din bi paş ve venedigerin cem dê û bavê xwe. Dê, bav, ziman û çanda wan biçûk didîtin.

Îro jî li ser navê dibistanên tarîqat, cemaet, weqif û dibistanên Quranê li Tirkiyê gelek dibistanên şevînî hene. Li wan dibistanan eynî wek sed sal berî niha ku li Kanadayê li zarokan îşkence, heqaret destdirêjî kirine, niha li Tirkiyê jî heman karesat û rezalet tên kirin. Carnan zarok êdî nikarin li ber xwe bidin û xwe dikujin. Sîstema perwerdeya Tirkiyê bi salan e ku gelê kurd di çerxa asîmîlasyoneke bêbav bêwijdan û tûnd re derbas dike. Li cîhana îro ji vê re dibêjin asîmîlasyona çandî, komkujiya gelêrî.

Papa piştî 160 salan lêborîna xwe ji gelên xweciyên Kanadayê xwest; gelo dê serokên dîyanet û Komara Tirkiyê kengî lêborîna xwe ji kurdan û gelên xwecihî yên din ên li Tirkiyê bixwazin?