3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê El Qaideyê Eymen Zewahirî çawa hat kuştin

Serokê DYA’yê Joe Biden da xuyakirin ku istixbarata welatê wî roja 30’ê tîrmehê serokê El Qaîdeyê  Eymen Zewahirî kuştiye.

Eymen Zewahirî demeke dirêj ji alî istixbarata DYA’yê ve hatiye şopandin û çavdêriya mala wî hatiye kirin, Zewahirî li malekê li paytexta Afganistan Kabilê hatiye kuştin.

Li gorî hin çavkaniyên çapemeniya Amerîkayê, di van hefteyên dawî de tevgera mala ku zewahirî lê dima kêlî bi kêlî hatiye şopandin û hûragahiyên wê yekê pêşkêşî serokê DYA’ê hatine kirin. Joe Biden bi şêwirmendên xwe û gerînendeyê Istixbarata Amerîkayê (CIA) re li ser wan agahiyan rawestiyane. Piştî wê bi hevre li Qesra Spî biyara kuştina wî erê kirine.

Her wiha beriya wê jî mijara ku dê kuştina Zewahirî çawa bandorê li têkilî û dan û standinên bi Talîbanê re bike di navbera rayedarên rêveberiya Washingtonê de hatiye nîqaşkirin.

Êrîşa li dijî Zewahirî roja şemiya borî 30 tîrmehê katjimêr 9:48 êvarî bi balafireke bêmirov pêk hatiye.

Talîbanê nerazîbûn nîşan da

Tevgera Talîbanê nerazîbûna xwe ya ji bo kuştina eyumen Zrweahirî anî ziman û di daxuyaniya de wiha hat gotin: “Kuştina Eymen Zewahirî li Kabîlê binpêkirineke aşkera ya serweriya Afgansitanê ye û dê bandoreke neyênî li ser berjewendiyên Washingtonê bike”

Hêjayî gotinê ye ku piştî kuştina Usama Bin Ladin di sala 2011’an de, ev darbeya herî mezin a li dijî rêxistina El Qaîdeyê ye.