28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Stargeha ewil a baweriya êzdayetiyê

Baweriya êzda-êzdayetiyê xwe dispêre dîroka civaka xwezayî ya exlaqî û polîtîk a kevnar. Bi hezaran salan li derveyî sînorên pergala serwer, dewlet û desthilatdariyê hebûna xwe parastiye. Têkiliya baweriya êzda bi desthilatdariyê re nebûye û ji pergala dewletê veder maye.

Li gorî ku pêşiyên êzidiyan vedibêjin, di dîrokê de heta niha 74 ferman/qirkirin bi ser civaka êzidî de hatine. Ev civaka xwezayî sed sal in di bin êrîşên netewe-dewletê de ye û qirkirina çandî, olî û fizîkî bi serê wê de hatine

Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de êzidî ji cih û warên xwe yên pîroz hatin derxistin û koçî welatê cihanê hatin kirin. Li şûn û warên pîroz ên êzidiyan, rûpoşên rûreş ên DAIŞ’ê hatin bicihkirin. Tevahiya dinyayê li qirkirina êzidiyan a 3’yê Tebaxê temaşe kir. Serê jin, zarok, ciwan, kal-pîr û pitikan li pêş çavê qaşo “demokrasiya pêşketî” ya welatê rojava hatin jêkirin; jin li bazaran hatin firotin, kuştin û tecawîzkirin.

Di fermana 3’yê tebaxa 2014’an de plan ew bû ku bi tunekirina fizîkî ya jinên êzidî re baweriya êzda bi temamî ji holê bê rakirin û xaka Şengalê ji êzidiyan bê xalîkirin. Sedem ew e ku jina êzidî, temsîla vê civaka xwezayî ya exlaqî û polîtîk dike. Ji wê ye ku fermana herî mezin a fizîkî, giyanî û çandî bi ser jinên êzdî de hat kirin. Bi fermana dawî ya 3’yê Tebaxê re hemû nirx û baweriya êzdayî ya ku hebûna civaka êzidî temsîl dike, mîna hovên çolistanê yên bê av mayî dane ber xwe û xwestin vê çanda qedîm ji kokê ve ziwa bikin.

Hebûna ol û baweriya êzdayî xwe dispêre felsefeya xwezayê ya xaka Mezopotamyaya jorîn a kevnar. Baweriya êzda cara ewil ku li çiyayê Şengalê binemaliya civakbûna xwe danî, yek ji çavkaniya ku xwe spartiye wê efsûna xwezayê ya erdîngeriya xaka xêr û bi bereket a Kurdistanê. Êzidî, civakek xwezayî ya ku bi xwezayê re xwezayî dijiye. Rîtuela ola êzidî, di nav xwe de ruhê xwezayî yê veşartî ye. Êzidî ew civaka ku ji rehê xwezaya xwe qutnebûye, li ser koka xwe şîn hatiye. Stargeha ola êzidî ya yekemîn li navsera çiyayê Êzîdxanê li Şengalê ava bûye. Ji vê bonê ye ku Şengal, li ba êzidiyan pîroz e. Li ba civaka şengaliyan çand, gotin, ked, hêza manewî, cîrantî û xêr ji hinek hebûna pîroz ên civaka êzdiyan e.

Êzidiyan, di dîroka xwe de zirar nedane tu kesî/ê, civakek bêguneh, xweş cîran û xwedan xêr in. Lê her desthilatên ku xwestine hebûna xwe ser xaka Mezopotamyayê bidin rûniştandin, bi niyeta mêtingeriyê êrîşî vê xakê kirine, fermanek bi ser civaka êzidî de anîne.

Bêguman divê em hinekî behsa serhildanên civaka êzidî bikin. Eger ku em îroj behsa hebûna civaka, êzidî û ola wê ya qedîm dikin ku hebûna xwe diparêze; sedemek jê serhildan û berxwedana êzidiyan a li hemberî ew fermanên ku bi ser wan de hatine. Civaka êzidî, li hemberî fermanan serî netewandiye, serhildan kiriye, ol û hebûna xwe wisa parastiye. Êzdayetî, li hemberî fermanan serî netewandiye, serî hildaye, ji ber wê ye ku hebûna êzidiyan a çandî, fizîkî û olî hetanî îro hatiye û xwe parastiye.

Fermana di 3’yê Tebaxa 2014’an de hat kirin bi şêwra hêzên serwer û hevkariya PDK’ê pêk hat. Hêzên serwer ji bo rakirina ji holê ya Şengalê bi hev re şêwirîn û bi hev re konsepta qirkirinê ya êzidiyan amade kirin û xistin meriyetê.

Ev 8 sal in fermana 3’yê Tebaxê bi rengên cur bi cur dewam dike, êrîşên giran ên dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê roj nîne ku li ser Şengalê neyên kirin. Roj tuneye ku pêşengên vê civaka birîndar a di 74 ferman re derbasbûyî neyên hedefgirtin û şehîdxistin. Yek ji van êrîşan a herî giran peymana 9’ê Cotmehê ye. Ev peyman li dijî vîna civaka êzidî û înkarkirina hebûna Şengalê di navbera Iraq û PDK’ê de hat çêkirin. Ev peyman tê wateya înkara Rerêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê. Ji bo wê divê hikûmeta Iraqê, di salvegera fermana 3’yê Tebaxê de peymana ku li dijî vîna civaka êzidî û Rêveberiya Xweser îmze kiriye betal bike û hebûna rêveberiya xelkê Şengalê ya heyî fermî qebûl bike.

Divê Yekitiya Ewropa (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) fermana 3’yê tebaxê bi awayekî fermî weke jenosît erê bikin. Divê ji bo jinên êzidî xelata parastina rûmetê ya mirovahiyê were dayîn û di şexsê jinên êzidî de ji civaka êzidî û baweriya êzda lêborîn were xwestin. Pêwîst e çeteyên rûpoş reş ên DAIŞ’ê li dadgeha navneteweyî werin darizandin û bên cezakirin.

Di konaxa niha de pêwîstî bi erêkirina statuya Rêveberiya Xweser a Şengalê heye, wê ev yek jî bi pêşengî, isras û têkoşîna dayikên Şengalê pêk were. Qebûlkirina şengalek xweser avabûna Êzîdxanek azad e…