6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şengala Xweser di dilê êzidiyan de hatiya çandin

Di sala 2014’an de DAIŞ’ê bi piştgiriyha hêzên navneteweyî û dewletên herêmê li dijî kurdan dest bi êrişên hovane kir. Yek ji van êrişan jî êrîşa li dijî Şengalê bû. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê li Şengalê di ser civaka êzidî de fermana 74’emîn pêk anî. Bi hezaran ferdên civaka êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin kuştin û ewqas jî jinên êzidî hatin revand. DAIŞ’ê jinên êzidî li bazaran weke kole firot.

Di rojên ku ev hovîtî bi serê civaka êzidî ve pêk dihat hêzên PDK’ê civaka êzidî bi êrişan re rû bi rû hiştin û ji Şengalê reviyan. Berovajiyê vê PKK’ê komeke gerîllayên  xwe ya ji 12 kesan pêk dihat bi hawara êzidiyan ve şand Şengalê û nehişt civaka êzidî bi tevahî bê qirkirin. Di nav demê de bi pêşengiya hêzên ku PKK’ê şandibû Şengalê ji civaka êzidî hêzên berxwedanê YBŞ û YJŞ hatine avakirin û şerê paqijkirina DAIŞ’ê hat destpêkirin.

Hewldanên Tirkiye û PDK’ê

Piştî ku DAIŞ ji Şengalê hat derxistin Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê hat avakirin. Niha Şengal ji aliyê vê rêveberiyê ve tê birêvebirin. Lê niha jî ji aliyê PDK’ê û Tirkiyeyê ve tê xwestin ku li Şengalê alozî bê derxistin û civaka êzidî careke din ji cih û warên xwe  yên pîroz dûr bikevin. Ji bo vê armancê Tirkiye rêveberên Rêveberiya Xweser dike hedef û li dijî êriş pêk tîne. Her wiha PDK jî ji bo piştgiriya vê polîtîkaya Tirkiyeyê bi Bexdayê re hewl dide hêzên parastinê ji Şengalê bên derxistin.

Bi wesîleya salvegera 3’ê Tebaxê fermana ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de bi serê civaka êzidî de anî, me xwe gihand rojnameger Îbrahîm Êzidî ku hemû geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne û rewşa beriya fermanê û ya dawîn a li Şengalê jê pirsî.

Civîna Ammanê

Êzidî, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya pêşiya fermanê û derbarê mijarê de ev tişt got: “Êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê ne bêplan bûn. Ji bo ev rewş baş were fêmkirin divê em berê xwe bidin 1’ê hezîrana 2014’an ku beriya 10 rojan Mûsil teslîmî DAIŞ’ê were kirin. Di 1’ê hezîranê de li paytexta Urdun Ammanê civîneke veşartî hatibû kirin. Tirkiye, Amerîka, Erebistana Siûdî,  Îsraîl û PDK tev li vê civînê bûbûn. Di vê civînê de plansaziya nû ya Rojhilata Navîn hatibû nîqaşkirin û DAIŞ jî wekî amûra vê plansaziyê hatibû rêxistinkirin. Biryara şikestina Mûsil, Telafer û Şengalê di vê civînê de hat dayîn.”

Ji gerîlayan re bûn asteng

Piştre Êzidî, diyar kir ku piştî pilanê yekser DAIŞ’ê dest bi tevgera xwe kiriye û Mûsil dagir kiriye û ev tişt anîn ziman: “Ji bo Şengalê jî hemû rê hatibûn girtin û gel li benda êrîşê hatibû hiştin. Welatên ku beşdarî vê planê bûbûn tenê tiştek ji bîr kiribûn ew jî berxwedana gerîlla bû. Gerîllayên PKK’ê di nava hewldanê de bûn û dizanibûn ku dê li ser Şengalê êrîş pêk were. Lê PDK’ê rê nedida wan ku Şengalê û civaka êzidî biparêzin. Ji ber wê jî gihandina gerîlla ya Şengalê dereng ma. Dema di 3’ê Tebaxê de çeteyan êrîş kir komekî  gerîlla xwe gihandibûn Şengalê û rê li ber komkujiya mezin girtin.  Bi gihiştina gerîlla re cara yekemîn êzidî li dor fikra Rêber Ocalan rêxistina xwe ava kirin.”

Xwe bi rêxistin kirin

Êzidî, bi lêv kir ku dema êrîşên li ser Şengalê êzidiyan xwe ji nû ve bi rêxistin kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êzidiyan di nav xwînê de sazî û dezgehên xwe ava kirin. Di rojên destpêkê de ji aliyekî ve ciwanên êzidî şerê çeteyan dikirin û şehîd diketin û ji aliyekê ve jî sazî û meclisên xwe ava dikirin. Bi îradeyeka wisa ev tekoşîn û rêxistina xwe ya niha pêşxistin. Ji ber ku ev rêxistinbûna êzidiyan gavekî girîng e dijmin bixwe jî bawer nake bikaribe êzidiyan têk bibe û êrîşê Rêveberiya Xweser dike.”

Isbata êzidiyan

Di dawiya axaftina xwe de jî Êzidî, ev tişt anîn ziman: “Ji dîrokê ve dewleta tirk tim dijminahiya êzidiyan dike. Tiştê ku dewleta tirk nikaribe li herêmê pêk bîne bi PDK’ê dide kirin. PDK’ê  jî dixwaze ji aloziyên hikûmeta Iraqê sûd werbigire û Rêvberiya Xweser a Şengal tasfiye bike. Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an jî yek ji wan planan bû ku dewleta tirk bi PDK’ê û Iraqê da îmzekirin.  Lê niha civaka êzidî daye îspatkirin ku ew ê serî ji tu hêzî re daneyne. Avakirina Şengala Xweser di nav dilê êzidiyan de hatiya çandin û bi bîr û baweriyekî pir mezin  civak nêzî vê pergalê dibe.”