19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ger Tirkiye ji PDK’ê destekê negre nikare santîmekî jî têkeve nav xaka Kurdistanê’

Êrişên dewleta tirk a dagirker û PDK’ê yên ji bo dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê bênavber dewam dikin. Her ku şer giran dibe û Tirkiye bin dikeve serî li rê û rêbazên cuda dide û berê xwe dide ser gundên li herêma Behdînanê. Dewleta tirk û PDK hema bêje hemû herêma Behdînanê dorpêç kiriye, êdî kes newêre ji malên xwe derkevin, ji xwe sewalvanî û çandinî ji ber êrişan, ber bi dawî ve diçe.

Der barê êrişên dewleta tirk ku herî zêde bandora xwe li xelkê Behdînanê dike, mamostayê zanîngehê Kamuran Berwarî ji ROJNEWS’ê re axivî û diyar kir ku armanc dagirkirina başûrê Kurdistanê ye.

Mamosta Kamuran Berwarî behsa armanca sereke ya êrişan kir û da zanîn ku armanc dagirkirina başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî dagirkirina herêma Behdînanê ye. Berwarî diyarkir ku ji bo dagirkeriyê amadekariyên xwe kirine û niha di qonaxa dawî de ye û wiha pêde çû: “Ji ber ku Behdînan di warê sînorî û aboriyê de girîng ee, xwedî taybetmendiyeke cudaye. Bêguman xelkê Behdînanê di rewşeke pir xirab de ne. Xelkê Behdînanê ji ber êrişên artêşa tirk ên li ser Behdînanê di rewşeke pir xirab de ne. Kesên di asta yekem de ji vê êrîşê ziyanê dibînin, xelkê Behdînanê ne.”

Berwarî behsa piştgiriya PDK’ê ya bi dewleta tirk re kir wiha dewam kir: “Bêguman eger dewleta tirk ji herêma Kurdistanê alîkarî nestîne, nikare yek santîmê jî bikeve nav xaka herêma Kurdistanê û dagir bike. Ji ber ku Herêma Kurdistan û Iraq xwedî serwerî ne, piştî sala 2003’an rejîma dîktator a Iraqê ruxiya, sîstemek federalî çêbûye.”

Berwarî di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ji bo ku xiyaneta navxweyî bin ber bibe, divê civak were hişyar kirin û dagirkeriya li ser başûrê Kurdistanê were rawestandin. Ev êrişa dagirkeran tu peywendiya xwe bi gerîlayên PKK’ê ve nînin, kurd û Kurdistan di metirsiyê de ne. Divê hemû pêkhate, bi erkê xwe rabin, ji ber topbaranê Kurdistan dişewite, xweza, dar û lawirên kûvî, dişewitin. Divê bi taybetî jî mamsotayên zanîngehê bêdeng nemînin, li dijî dagirkeriyê xelkê hişyar bikin û hişyariyê belav bikin.”