19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gergerlîoglû: Li Newala Qesaban bêwijdaniya sermaye û îktîdarê şênber e

Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglû diyar kir ku îktidar û sermayeyê dest dane hev li Newala Qesaban ji bo polîs, leşker û AKP’yiyan vîlayan çêdikin û ev yek wijdana gel bi xwîn dike

Di 40 salên dawiyê de  gelek komjkujî ji aliyê artêş û dewleta tirk ve hatibûn pêkanîn û cenazeyên wan komkujiyan hatibûn avêtin Newala Qesaban a weke sergo dihate bikaranîn.  Niha li Newala Qesaban ji bo leşker, polîs û AKP’yiyan vîla tên çêkirin.

Şîrketa War Yapi niha li Newala Qesaban bi sedan vîlayên luks ava dike. Gelemperiya vîlayan ji hêla polîs, leşker û AKP’iyan ve hatine kirîn. Gelek caran reklama van vîlayan tê kirin û ji bilî kesên dixwazin vîlayan bikirin, nahêlin tu kes nêzî wê herêmê bibe. Şaredariya Sêrtê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, ji bo devera vîla lêtênçêkirin riyan çêdike. Tê payîn ku piştî avakirina vîlayan bi dawî bû, dê li herêmê AVM’yeke nû were çêkirin.

Ev bêwijdanî ye

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglû ji bo rawestandina înşaetan di 13’ê nîsana 2022’yan de hatibû herêmê lê belê ji hêla polîsan ve hatibû astengkirin. Gergerlîoglî got ku vîlayên heyî bi hevkariya sermaye-îktîdarê tên çêkirin û ev tişt anî ziman: “Ev der di wijdana gel de weke qirêjî cih girtiye. Tê zanîn ku li wê derê hestî hene, karên qirêjî tên kirin û bîranînên nexweş hene. Li vê derê vîlayên luks tên çêkirin û hewl didin bi ser vê rastiyê bigirin.”

Bi domdarî Gergerlîoglû destnîşan kir ku rûniştina di avahiyên ser goristanan hatine çêkirin “bêwijdanî” ye û wiha pê de çû: “Wijdana mirov qebûl nake. Gelo kesên li wir rûdinin dê jiyana xwe çawa bidomînin? Ji ber ku ev avahî li ser goristanan hatine çêkirin. Li vê derê gelek çîrokên erjeng hene. Wijdana civakê vê qebûl nake. Dê ji hêla wijdanî ve nerihet bibin. Banga min ji bo kesên dixwazin li vir rûnin ew e ku dev ji biryara rûniştinê berdin.”