5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Avakareke çanda berxwedanê

Di serê sedsala 21’emîn de ji Rojhilata Navîn heta gelek welatên Ewropa û Amerîkayê îro qala çanda berxwedana jinên kurd û pêşengiya wan dikin. Her ku felsefeya ‘JIN,JIYAN,AZADÎ’yê belav dibe rola jinên kurd a pêşeng ya di berxwedanê zêdetir derdikeve holê. Îro jinên li tevahiya cîhanê qala berxwedana jinên kurd dikin. Bê guman ev çanda berxwedanê bi bedelên giran yên di 50 salan de pêk hatiye. Jinên pêşengên Tevgera Azadiyê qevz bi qevz roj bi roj azadiya ji bo jinan dihonin û bingehê ji îro amade dikin. Sakîne, Bêrîtan, Zekiye û bi sedan jinên pêşeng yên weke Bêrîvan yekem bingeha berxwedana jinan amade kirin û bûn sembola berxwedana jinên kurd.

Binevş Egal bi nasnav Bêrîvan ku ji êzidiyên bakurê Kurdistanê ye di salên 1980’iyan de pêşenga serhildanên gelê Cizîra Botan bû. Binevş di sala 1966’an de li navçeya Qubînê ya Elîhê tê dinê û heta 15 saliya xwe li gund dimîne. Zaroktiya wê hema bêjin hemû li Qubînê derbas dibe û di nav çanda xwe de mezin dibe. Ev yek bê guman aliyê wê yê girêdayî çanda wê jî derdixîne holê.

Koçberiya piştî 12’ê Îlonê

Binevş navê xwe ji destana kurdan “Cembeliyê Colemergî û Binevşa Narîn” digire. Ji ber zextên darbeya 12’ê Îlonê hin kesên ji malbata wê jî koçî Ewropayê dikin. Di 15 saliya xwe de diçe Ewropayê û li Almanya li bajarê Cellêyê li cem xwişka xwe bi cih dibe. Piştî ku qursa ziman diqedîne dest bi dibistana pîşeyî dike. Di heman pêvajoyê felsefeya Abdullah Ocalan dinase. Binevş di 17 saliya xwe de vedigere ser axa xwe.

Destpêka çirûskê

Êdî Binevş her tim weşanên îdeolojîk û polîtîk ên tevgera azadiyê dixwîne. Her ku dixwîne hê zêdetir meraqa wê ya der barê felsefe û jiyana PKK’iyan de zêdetir dibe. Her roj raman û jiyana PKK’ê bandoreke mezin li ser Binevşê çêdike. Bi vî awayî di demek kurt de dibe sempatizana têkoşina neteweyî û li bajarê Cellê dest bi xebatên Komeleyê dike. Di sala 1984’an de kurdên li Almanyayê meşek mezin li dar dixin. Gelek jin jî tev li vê meşê dibin, yek ji wan jinan jî Binevş Egal e. Di vê meşê de Binevş biryara tevlêbûna nava refên têkoşînê dide. Piştî wê, nêzî salekê li bajarên Almanya Cellê û Kolnê xebatên tevgerê dimeşîne. Binevş di sala 1985’an de ji Ewropa veqetiya berê xwe dide Lubnanê, geliyê Bekayê Akademiya Mahsûm Korkmaz.

Binevş êdî Bêrîvan e

Binevş Egal ango Bêrîvan ji bo ku ji êşên gelê xwe re bibe bersiv û wan bigihîne azadiyê serî li hember faşîzmê rakir. Di nav têkoşîna şoreşgerî de ew cara yekem bû ku jineke êzidî tev li çeperên PKK’ê dibû û her wiha dibû sembola berxwedan û têkoşîna li dijî faşîzmê. Serpêhatiya Binevşê ya ber bi Bêrîvanê ve jî çîrokeke berxwedêr û sekneke zelal a kurdewarî bû. Êdî ew di nav refên gerila de bû û navê wê Bêrîvaneke ku ji bo li Kurdistanê jin herin bêriyê, li ber xwe dida. Jixwe mirov nikare Binevş û Bêrîvanê ji hev du cuda bigire dest. Binevş bi çanda gelê xwe û bi axa xwe ve girêdayî bû. Vê yekê bingeha ji bo Bêrîvan ya bi boneya ku axa xwe û azadiya gelê xwe biparêze.

Li warê serhildanê…

Binevş dema li Ewropayê dimîne bi tu awayî jiyana wir, çanda Ewropayê bala wê nakişîne û li ser koka xwe şîn dibe, xwe pêş dixe. Li geliyê Bekayê li qada Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dimîne. Li wir perwerdehiya îdeolojîk, polîtik û leşkerî dibîne. Piştî perwerdeyê li rojavayê Kurdistanê di nava gel de xebatan dide meşandin. Binevş ji vir jî berê xwe dide Cizîra Botan, warê serhildanê.

Bêrîvan diherike Cizîrê

Dema em îro berê xwe didin çanda berxwedana jinên li Cizîra Botanê bingeha ku Binevş amade kiriye hema bêjin di her pêvajoyên girîng ên li herêma Botanê derkeve pêşberî me. Li Cizîrê Binevş Egal ne tenê xebatkareke rêxistinî bû, her wiha wekî gerîlayeke jin ketibû nava Cizîrê. Ne bi tenê li Cizîrê li herêma Botanê bi giştî xebat dimeşandin. Jinên li herêma Botanê ji Bêrîvan û sekna wê pir hez dikir. Ji ber sekna wê ya birêxistinî di demeke kurt de navê wê li tevahiya Cizîr û herêma Botanê belav dibe. Êdî navê Bêrîvan ji bo gel navê berxwedanê ji dijmin re jî navê tirsê bû.

Kuştina wê hêrsê ava dike

Dijmin li Botanê ji navê Bêrîvan êdî ditirsiya. Bêrîvanê li Cizîrê jin bi rêxistin dikirin û ew bi perwerde dikirin. 10’ê çileyê 1989’an de mala ku Bêrîvan lê dima demek şûn de tê tespîtkirin û pişt re tê binçavkirin. Gelek îşkence dibîne lê li hemberî zext û zorê ew vîneke xurt nîşan dide. Ji ber ku Bêrîvan teslîm nabe 18 gule berdidin bedena wê û dijmin wê bi îşkenceyê dikûje. Kuştina Binevş Egal di nav civakê de hêrseke mezin çêdike. Gava ku navê Cizîrê dihat gotin, navê Bêrîvanê jî pê re dihat gotin. Cizîr dibû Bêrîvan, Bêrîvan dibû Cizîr. Bêrîvan bû sembola berxwedanê û jinên ku Bêrîvanê di wê demê de birêxistin kiribûn piştî kuştina wê herikîn kolanan. Navê Bêrîvanê li zarokên xwe kirin.

Bi tevlêbûna Binevş Egal a nav refên Tevgera Azadiyê re hişmendiya mêrperest a di nav civaka êzidî jî ji hat şikandin. Her wiha Binevş li dijî fikrê ku jin tune dihesibandin û ji dîn, dîrok, siyaset û hwd. qewirandî, bi sekneke herî biwate li ber xwe da û wiha got: “ Ez ne vî qalibê heyî, ne vê jiyana heyî û ne jî vê zilma heyî qebûl dikim” Bê guman ev sekna wê hem li nav civaka êzidî û hem jî li cihên weke Herêma Botanê deng veda. Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Binevş Egal wiha gotibû: “Bêrîvan çawa ku li çiyê hat bi heman rengî li gel jî hat. Gelê Cizîrê ji Berîvanê gelek hez kir. Bandorek mezin li Cizîrê kir.”

Berxwedana Binevş û Şengal

Binevş Egal ango Bêrîvan bû sembola berxwedana Herêma Botanê. Ji bo civaka êzidî jî bû îfedaya şênber û nûnera xeta têkoşîna azadiyê. Jinên êzidî îro bi çanda ku Binevş belav kirî li Şengalê li ber xwe didin û li mîrateya wê xwedî derkevin.