18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Germiyanî: Armanca PDK’ê bêdengkirina çapemeniyê ye

Edîtorê Beşa Erebî yê ROJNEWS’ê Silêman Ehmed ku PDK’ê 12 roj berê binçav kir û girtin, tu agahî jê nayê girtin. Rojnamevan Baran Germiyanî anî ziman ku armanca PDK’ê bêdengkirina çapemeniya azad e

Edîtorê beşa erebî yê RojNewsê Silêman Ehmed di 25’ê cotmehê de dema xwest ji deriye Sêmalka derbasê başûrê Kurdistanê bibe ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat girtin. Tevî hemû hewldanên parêzer, rojnameger û malbatê jî ji 25’ê cotmehê ve tu agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin. Em têkildarê zextên li ser ragihandina û revandina Silêman Ehmed bi yek ji edîtorê ROJNEWS’ê Baran Germiyan re axivîn.

Rojnameger Baran Germiyanî di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku zext û astengiya li ser ragehandinê ya li başûrê Kurdistan û Iraqê di salên1990’î de dest pê kiriye û wiha axivî: “Êrîşên heyî di sala 1996’an de girantir bûn. Di êrîşên li ser navendên çapemeniyê de bi dehan rojnameger û rewşenbîr hatin kuştin. Dihat hêvîkirin ku piştî 2003’yan ev zext ji holê bên rakirin. Lê bi êrîşa li dijî Serdeşt Osman û Soran Mame ev êrîş dijwartir bûn. Di sala 2010’an de piştî ku opizîsyon hat avakirin dîsa hêviya azadbûna ragihandinê hebû lê vê carê Wedat Huseyîn û Kewa Gemiyanî hatin terorkirin. Dîsa di van salên dawî de rojnameger û aktivîstên Bedînanê hatin binçavkirin û careke din ragihandin bû hedef. Bi revandina Silêman Ehmed re jî derket holê ku nêzikatiya li hemberî ragihandinê ne guheriye.”

Armanca êrîşan

Germiyanî bal kişand ser sedemên zextên li ser rojnamegeriyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hişê gelek kesan de pirsa ‘Çima desthilatekî kurd êrîşê ragihandina kurdî dike heye’. Hikûmeta başûrê Kurdistanê di bin serweriya PDK’ê de ye. PDK jî rojnamegerên ku li gor berjewendiyên wan tevnagerin û sixûrî û îxaneta wan ya bi dewletên dagirker re bi taybet jî hevkariya wan a bi dewleta tirk re ji bo raya giştî radigihîne dibe hedef. PDK bi kuştin, terorkirin û binçavkirinan dixwaze dengê ragihandina azad ji kokê ve ji holê rabike. Ji ber vê armancê ye ku her diçe êrîşên xwe dijwartir dike.”

Hedef rojnamegerî ye

Baran Germiyanî diyar kir ku Silêman Ehmed tenê ji ber nasnameya xwe ya rojnamegeriyê hatiye girtin û wiha pê de çû: “Silêman Ehmed ev 5 sal in ku li Ajansa RojNewsê karê rojnamegeriyê dike. Wek tê zanîn  RojNews çavkaniyên xwe ji civakê digire. Silêman Ehmed jî di ajansê de nûçeyên xwe li ser hevkariyên PDK’ê û dagirkeriya dewleta tirk nivîsiye. PDK hewl dide bi revandina Silêman Ehmed li ser RojNewsê tirseke bide avakirin û ew nûçeyên ku rastiya rewşa wan vedibêjin  ji holê rabikin. Îro ne tenê Silêman li deverên cuda rojnamegerên me dibin hedefa PDK’ê.”

Rojnameger Baran Germiyanî di dawiya axaftina xwe de got ku binçavkirina Silêman Ehmed ne li gor hiqûqê ye û wiha got: “Dema Silêman Ehmed derbasê cihek cuda bibe bi pasaporta xwe bi awayekî fermî cih diguherîne. PDK di daxuyaniya xwe de dibê binçavkirina Silêman Ehmed ne ji ber rojnameriyê ye. Lê di rastiyê de Silêman Ehmed hem li Başûr hem jî li Iraqê endamê sendîkayên rojnamegeriyê ye û em baş dizanin ku revandina wî ji bo bêdengkirina ragihandina azad e.”