5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çilstûna veşarî li benda ronîkirinê ye!

Ji zarokatiya xwe ve min navê gundê Qirdîrek bihîstiye. Lê der barê gund û dîroka gund de tu agahiyeke min tune bû. Ez bawerim yên mîna min ne kêm in. Di salên dawî de ji hin hevalên xwe yên nirxdar hîn bûm ku li Qirdîrek hin şikeft hene û yek ji wan jî li ser çil stûnî ye. Herî dawî di pêvajoya ku di zindana Amedê de bûm hevalê me Mazlûm û Ruhî yên ku em bi hev re di heman qawişê de diman ku li herêmê hin xebat meşandibûn behsa şikefta Çilstûnê ji min re kirin. Ev gelekî bala min kişand. Wekî rojnamegerekî lêkolîner û bi dîrokê re eleqedar, min xwest biçim li cih lêkolîn bikim, nêrîn û çavdariyên xwe bi we hêjayan re parve bikim.

Piştî derketina ji zindanê û destpêkirina xebatê ketim nav hewl danên lêkolînî û min xwest ku dîroka vê şikeftê derxînim holê. Ez ji gundê Delavê Dengiza yê girêdayî Stewrê bi mamoste û nivîskar Feratê Dengizî re ketim têkiliyê, wî jî got ‘kerem bike ez dikarim bibim alîkar’. Lewre ji herêmê min ew nas dikir. Li ser vê yekê min û ji rojnameyê hevalê me Rizoyê Xerzî û Qedrî Esen serê sibehekê em li wesayîta xwe siwar bûn û me berê xwe da gundê Qirdîrek ê li herêma Surguciyan. Di destpêkê de em çûn Delavê Dengizan mala mamoste Feratê Dengizî û piştre jî em bi hev re derbasî gundê Qirdîrek bûn. Beriya ku em bigihêjin gund ji ser rêya xwe me endamê meclisa şaredariya Stewrê Xelîl jî girt û em derbasî gund bûn.

Gundê Qirdîrek heta serdema Komara Tirkiyeyê li ser Bismila Amedê bû û piştre bi Stewra Mêrdînê ve hat girêdan. Navê gund ê kurdî û yê resen Çilstûn e ku navê xwe ji şikefta Çilstûnê digire. Ev gund di navbera Amed û Mêrdînê de ye. Yek ji 33 gundên herêma Surguciyan e. Ji Mêrdîn 79 û ji Stewrê jî 32 km dûr e. Her wiha bi navê Xindaq mezreyek vî gundî heye. Şikefta Çilstûn jî di navbera gundê Qirdîrek û mezreya wê Xindaq de ye.

Matmayîyeke mezin

Li jêrê gund me wesayîta xwe sekinand, em peya bûn û derbasî cihê şikeftan bûn. Di destpêkê de li ser rûyê erdê tiştekî ku bala me bikişîn e tune bû. Em ketin şikefteke biçûk. Ev yek bi min nêrîneke; wiha çêkir ‘gelo em ji bo şikeftên wiha hatin, ma şikeftên bi vî rengî li Kurdistanê gelek in.’ A rast hinekî hêvî û xeyal şikiyayî bûm. Lê piştre ku em derbasî şikefteke din bûn hemû bal û nêrîna me kişand ser xwe. Bi matmayîyeke mezin, bi meraq û hestên bêhempa min dest bi çavrêtî û qeydê kir. Min xwest her cihê wê qeyd bikim û bi raya giştî re parve bikim.

Ev jî cihê xemgîniyê ye

Belê di vir de ew navê gund ê Qirdîrek jî ji ku dihat xwe bi awayekî aşkera dida xuyakirin. Lewre ‘şikeft’a ku em di hundirê wê de bûn li ser bîst stûnî bû. Ya rast li gorî min gotina şikeft dê nerast be lewre ev der avahiyeke dîrokî û bi destan ji aliyê mirovan ve hatibû kolan û çêkirin. Derbarê dîroka vê Çilstûnê û şikeftên derdora wê de min xwe negihand agahiyên berfireh. Ev jî cihê xemgîniyê ye. Hêvîdarim ku piştî vê qeyd û parvekirinên me yên bi raya giştî re dîrokzan, lêkolîner û erdkolên xwedî armanca derxistina dîroka veşarî û heqîqetê dê ji bo vê derê jî têkevin nava hewldanan. Hêvî dikim ku tespita dîroka vê derê ya rast bê kirin û bigihêje nirxên xwe.

Bi hejmarî û geometrî hatiye çêkirin

Belê ev avahiya di qontarê girekî û di delavê çem de hatiye çêkirin gelekî balkêş e. Dema em li bermahî û avahiyên dîrokî dinêrin piraniya wan li nêzî çeman hatine çêkirin. Lewre mirovahî li derdora çeman ji xwe re qada jiyanê ava kirine. Ev der jî yek ji van cihên dîrokî ku ji mirovahiyê re malovanî kiriye ye. Di kîjan serdemê de bi çi armancê hatiye çêkirin nediyar e. Lê mîmariya wê wisa ne ketûber e. Bi matematîk û geometrî hatiye çêkirin. Lewre hemû stûnên wê di rêza hev û bi qasî hev hin. Her wiha armanca wan stûnan jî ji ber qadeke wiha fireh ku heke ne stûn be îhtimala hilweşînê zêde ye, lewma jî di kolanê de stûn hatine hiştin û çêkirin.

Hin agahiyên li ser şikeftê

Ev avahî di afîşa tescîl a muzeyê ya Mêrdîn de wekî Mala Zinar a bi 40 stûn (Mala di zinar de hatiye kolan) derbas dibe. Lê di xebatên lêkolînî yên envanterê yên ku hatine kirin de ev der ne mal wekî xan hatiye testpîkirin. Ji ber ku hundirê vê derê bi qasî nîvê tije ax bûye, sînorên beşên wê nehatine diyarkirin û pîvanên wan wek giştî hatine girtin. Gihîştina vê avahiyê bi deriyê rojava ku 2,55 m fireh, 0,60 m kûr û 1,25 m bilind e, ji ber parçebûnê hilweşiya ye.  Avahiya ku plansaziya wê çargoşe ye, li aliyê rojhilat-rojava 15,50 m û li aliyê bakur-başûr 24,75 m û bilindahiya wê di navbera 1,0-1,50 m diguhere. Tevî ku gelê herêmê dibêjin ku di avahiyê de 40 stûn hene jî, avahî bi 20 stûnên bi pîvana 1,25×1,70 m û bilindahiya metreyekê tê destekkirin. Li ser dîwarê rojavayê avahiyê ku xisar dîtiye yan jî dîwarên wê nayên tesbîtkirin, li ser dîwarê wê yê ku behsa wê tê kirin ocax û vekirina hewayê heye. Li başûrê avahiyê cîhek heye. Têketina cih bi qasî 0,90 m fireh e, di deriyê ku bi kûrahiya 0.60 m û bilindahiya 0.90 m ve pêk tê. Ev cîhê ku plana wê ya çargoşe ye, bi stûnekê tê piştgirî kirin. Li tevahiya vê avahiyê texrîbatên bi destên mirovan û yên ji şert û mercên xwezayî pêk hatine tê dîtin.

Avahiyên dîrokî bûne pîna mirîşkan

Di heman demê de ne tenê ev avahî li derdora wê bi dehan avahiyên bi vî rengî hene. Em li gelekan geriyan. Ji derveyî avahiya Çilstûn hemû jî dişibiyan hev. Hin ji wan yek çavî (ode) û hin ji wan jî ji du odeyan pêk dihat. Di hemûyan de jî cihê tifik ango ocax hebûn. Cihê tifikê hinekî ji dîwarê avahiyê kûr hatiye kolan û ji erdê ber bi jor ve li ser dirêjahiyekê ne. Di jora wê tifikê de jî taq heye, hem ji bo dûmana tifikê biçe der, hem jî ji bo hundir ronî bike wezîfeya paceyê dibîne. Her wiha hin ji wan li ser dirêjahiyê cihên kolanî jî hebûn. Lê ev ji bo çi hatine kolan nadiyar e. Di hin avahiyan de jî wekî pacekên biçûk ango kolanên wekî bêrîkan hebûn. Têketina her avahiyê bi derî û li pêşiya hin avahiyan jî wekî hêwanên biçûk hebûn. Berê gelekan ji wan li rojava bûn. Lê mixabin hemû jî ne di rewşeke paqij de bûn. Belê gundiyan ji bo xwe ew der parastibûn, alav û amûrên xwe xistibûnê. Hin ji wan wekî pîna mirîşkan, hin ji wan wekî axur û hin ji wan jî wekî kadîn dihatin bikar anîn. Hema bêje serê malê yek-du avahiyên wiha hene û bi kar tînin.

Belê ev der şûnwerekî dîrokî ye lê di kîjan serdemê de hatiye çêkirin ne diyar e. Tişta ku xuya dike ev der di serdema xwe de ji gundekî wêdetir dibe ku navend an jî bajar be. Dibe ku avahiya Çilstûn jî navendeke xizmetguzarî ya civakê be. Yanî dibe ku ev der perestgeke bawerî yan jî cihê perwerdeyê be. Di heman demê de dibe ku qadeke jiyana hevpar be. Lê ev rastiyeke heta di warê zanistî de xebateke lêkolînî neyê kirin dê her gotin ji nirxandin û şîroveyê wêdetir nebe. Ya ku em jî dikin ev e. Di çarçoveya dîtinên xwe de parve dikin.

Çîrokeke ji trajediya kurdan

Ev jî heye ku ji aliyê gundiyan ve tê gotin; Ev avahiya Çilstûn ji aliyê kalanên Şêx Seîd, Seyît Haşim ve jî wekî medreseya bilind hatiye bikaranîn. Di sedsala 17’emîn de Muradê 4’emîn yê Osmaniyan ku dema diçe Bexdayê dixwaze şêx, mîr û begên kurdan bîatî wî bikin û tev li sefera wî bibin. Lê belê seyîd Haşim vê yekê qebûl nake. Li gorî Şêx Qasimê neviyê Şêx Seîd, Seyîd Haşim ji Muradê 4’emîn re gotiye; “Em te qebûl nakin û dixwazin xwe bi rê ve bibin.” Her wiha gotinên giran jî ji siltanê osmanî re dike. Şêx Qasim dibêje; “Seyît haşim medreseya wî li Çilstûnê hebûyê. Li wê derê ders daye. Têkiliya wan bi mîr û begên Kurdistnê re hebûye. Dibêjin em biatî wî nakin. Li wê derê mele Îzedîn hebûye xizmê seyîd Haşim bûye. Muradê 4’emîn ji mele Îzedîn re dibêje ‘tu Haşim îkna bike.’ Murad diçe Bexdayê bi qasî 6 mehan dimîne. Ji wê derê derbasî Îranê dibe wê demê peymana Qesra Şîrîn jî çê dikin. Piştî li Bexdayê û herêmê bi hêz dibe vedigere tê Amedê disekine. Ji mele Îzedîn dipirse ku te wan îkna kiriye yan na… Murat li hemberî ne bîata wan herêmê dagir dike û kevir li ser kevir nahêle. Komkujiyek mezin dike. Mele Îzedîn jî dikuje. Ji malbata seyîd Haşim tenê zar û zêçên ji komkujiyê reviyan e xilas dibin sax dimînin. Zar û zêç bi belengazî jiyana xwe didomîn in.” Belê xuyaye ev avahiya dîrokî û kevnare ji wê serdemê ve qet nehatiye bikaranîn.

Bi zanebûn di tarîtiyê de dihêl e!

Dema kêm zêde ji vî gundî û serpêhatiyên malbata Şêx Seîd haydar bûm, nêrîneke ku ‘Ev der bi zanebûn di vê rewşê de hatiye hiştin’ bi min re pêşket. Lewre ji aliyê hînbûna dîroka vê derê wêdetir derketina hola ya komkujiya bi serê malbata Şêx Seîd dê ji bo dewletê nexweş bûya. Ji ber wê dibe ku dewlet bi zanebûn nahêle ev şûnwarê dîrokî û qewimînên li vê derê derkeve holê û di tarîtiyê de dihêle.

Di vê xebata xwe de min ji Ferhatê Dengizî, ji gundê Şûtê Xelîl, ji Gundê Çilstûn Cemîl Aslan, ji mezra Çilstûnê Şêx Tahir, ji malbata Şêx Seîd neviyê wî Şêx Kasim Firat nerîn û agahî girtin. Min hewil da bi dîrokzan, lêkolîner û erdkolan re hin hevdîtinan bikim û hin daneyên ku xwe distpêre dîrok û zanistê bi we re parve bikim. Lê mixabin her hevdîtina ku min kir bê encam ma. Lewma jî hêvîdarim ku bi awayekî zanistî xebatek li ser gundê Çilstûnê bê kirin û heqîqeta vê bermaya dîrokî ya bêhempa ronî bibe.