spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiyên li dijî tecrîdê didomin

Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dikin. Kurd û dostên Kurdan li Qibrisê ji bo azadiya Ocalan meşiyan. Li Koln û Freîbîrgê stand vekirin

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewrgirtina koma 22’emîn didome.

Li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya Nobetê hatibû destpê kirin. Çalakiya nobetê bi dewrgirtina koma 22’emîn didome.

Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 21’emîn Sultan Yildiztan axivî. Sultan Yildiztan diyar kir ku bi mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê riya çareseriyek gerdûnî were pêşxistin. Merasîma dewgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî bike’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

Li Koln û Freîbûrgê jî azadiya Abdullah Ocalan xwestin

Kurdistanî û dostên kurdan li bajarê Koln û Freîbûrgê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Adullah Ocalan stand danîn. Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li bajarê Koln û Freîbûrg ê Elmanyayê stand hat danîn.

Koln

Endam û rêveberên Meclîsa Jinan a Viyana ya Kolnê, bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê danîn. Stand li Roncalliplatzê danîn. Jinan qada standê bi wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xemildandin. Beşdaran li standê axaftin kirin û gotin: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an de di encama komploya navneteweyî de dîl hat girtin û ev 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê rastî pêkanînên dijhiqûqî tê. Bi salan e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hemû mafên xwe bêpare û nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.“

Freîbîrg

Li Qada Wasserstraße / Ecke jî di saet 12.00-15.00’an di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” stand danîn. Di çalakiya standê de diyar kirin ku rejîma tecrîdê sûcekî navneteweyî ye û divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.