6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qibrisî ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Qibrisî ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek girseyî li dar xistin û azadiya Ocalan xwestin

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê Kurdistanî û dostên wan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” meşiyan.
Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê Kurdistanî û dostên wan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” çalakî li dar xistin. Çalakvan li ber Navenda Çanda Kurd a Teofilosê li hev civiyan û ji wir dest bi meşê kirin. Qibrisiyan di meşê de azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin û pankart û poster hilgirtin. Girsê bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Çalakvanan li ber Şaredariya Lîmasolê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê deqîqeyek rêz girtin û meş veguherandin mîtîngê. Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat axaftinek kir. Serhat got ku Kurdên li Qibrisê wê bi xurtî beşdarî pêngava “Ji Rêber Ocalan re azadî, pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî” bibin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.