spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zanîngeha Şerq mîrasê çandî dide pêşandan

Zanîngeha Şerq kongreya nevneteweyî ya parastina mîrasê li dar dixe

Komîteya amadekar a Zanîngeha Şerq dê Kongreya Navnteweyî ya Parastina Mîrasê li Reqayê pêk bîne. Li gorî komîteya amadekar a Kongreya Navneteweyî ya Parastina Mîrasa Madî û Nemadî, dê kesayet û şandeyên ewropî û kesayetên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî kongreyê bin. Komîteya amadekar ji pêkhateya kurd konek, ji bo pêkhateya ereb konek, ji bo pêkhateya asûrî konek û ji bo pêkhateya ermen jî konek bi giştî 4 kon vedan. Dê li van konan amûrên folklorîk ên her pêkhateyekê bên pêşandan.

Endama komîteya amadekar a kongreyê Rena Ebdulqadir der barê mijarê de wiha got: “Dê di kongreyê de li ser bingehên dîrokî, mîrasa çandî ya madî û nemadî werin nîqaşkirin. Armanc ji vê kongreyê hezkirin û hevgirtina navbera pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Ereb, Kurd, Asûr, Suryan û Êzidî zêde bin. Em bi hemû rêbazan hewl didin ev kongre bi ser bikeve. Ji zêdetirî hefteyekê ve xebata li ser lidarxistina vê kongreyê tê kirin. Me kon ji 4 pêkhateyên beşdar bibin re vedan.”

Rena anî ziman ku çaverê ye sibe kongre dest pê bike û 2 bernameyên xwe hene; ya yekemîn ji saet 9′an sibehê heta bi saet 2′yê piştî nîvro ye û ya duyemîn ji saet 7′ê sibehê ve heta bi saet 9′an êvarê dest pêk dike: ”

Rena di dawiyê de wiha got: “Di roja yekê ya kongreyê de aliyê dîrokî tên nîqaşkirin û di roja duyê de jî aliyê qanûnî tên nîqaşkirin, her wiha di roja sêyemîn de encamname û pêşniyar tên xwendin.”