22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berrîn Sari ji girtîgehê derket

Berrîn Sari ya berdana wê du caran hate taloqkirin ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku lê dihat ragirtin derket

Berrîn Sari ya ku di sala 2016’an de li Bedlîsê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û berdana wê ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku lê dihate ragirtin du caran hatibû taloqkirin, hate berdan. Ji bilî malbat û hevalên Sariyê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê ve hate pêşwazîkirin.

Sari ya bi çepikan hate pêşwazîkirin, silavên hemû jinên li girtîgehê ragihandin. Sari, di peyama xwe ya ewil de anî ziman ku Tirkiye di nava kaosekê de ye û destnîşan kir ku çareserî jî Îmrali ye. Sari banga xwedî derketina li girtiyan kir.