spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Qoserê qeyûm hate şermezarkirin

Bi boneya salvegera tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qoserê daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku gel dê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de careke din ji qeyûman hesab bipirse.

Bi boneya salvegera salvegera tayînkirina qeyûm a di 4’ê mijdara 2019’an de ya li Şaredariya Qoserê li ber avahiya HDP’a Navçeyê daxuyaniyek hate dayîn. Hevşaredarên HDP’î, parlamenterên HEDEP’ê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya pankarta “Qeyûm xespa vînê ye” hate vekirin de li ser navê Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ên HDP’ê Jiyan Akar ewilî axivî.

‘Em qeyûman nas nakin’

Akar, bal kişand ser xespa vînê ya qeyûm û destnîşan kir ku qeyûman qebûl nakin. Hevşaredara Qoserê Nilufer Elîk Yilmaz a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin jî anî ziman ku 4’ê mijdarê bi awayekî bêhiqûqî qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê hate kirin û bi lêv kir ku ev roj di heman demê de salvegera darbeya li dijî HDP’ê ye. Elîk, diyar kir ku desthilata siyasî hewl dide bi darbeyên siyasî temenê xwe dirêj bike û anî ziman ku tayînkirinên qeyûman qebûl nakin. Elîk, da zanîn ku weke her serdemê gel dê xwedî li vîna xwe derkeve û bi lêv kir ku ji roja qeyûm hatine tayînkirin û vir ve polîtîkaya talanê tê meşandin.

Elîk, bertek nîşanî axaftina rayedarên AKP’ê ya “heke em qezenc nekin dê qeyûm were” da û wiha got: “Em jî dibêjin ku em qeyûman nas nakin. Hûn duh biserneketin. Hûn ê sibê jî bi sernekevin.”

‘Hûn be vîna vî gelî ne’

Kamûran Tanhan ê dû re axivî, bertek nîşanî tayînkirinên qeyûman û darbeya 4’ê mijdarê da û destnîşan kir ku gelê kurd weke Şêx Seîd û Seyîd Rizayan serî natewîne û wiha got: “Me serî netewand, em ê netewînin jî. Hûn ne vîna vî gelî ne, hûn qeyûmên tayînî vîna gel hatine kirinin.”

Tanhan, bal kişand ser bertîl û nelirêtiyên qeyûman û destnîşan kir ku dê teşhîrkirina qeyûman bidomînin û hesabê ji qeyûman bipirsin. Tanhan, anî ziman ku gel dê careke din di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de hesab bipirse.