4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevanên Hewlerê xwestin Ehmed be berdan

Rojnamevanên Hewlêrê di derbarê revandin û girtina Rojnamevan Silêman Ehmed de destnîşankirin ku azadiya karê rojnamevaniyê li Kurdistanê dibin metirsiyê deye û xwestin Ehmed bê berdan

Rojnamevanên Hewlêrê di derbarê revandin û girtina Rojnamevan Silêman Ehmed de destnîşankirin ku azadiya karê rojnamevaniyê li Kurdistanê dibin metirsiyê deye û wiha gotin: “Revandina Silêman Ehmed a bê sedem, zilmek din a desthilatên Herêma Kurdistanê ya li beramberî rojnamevanan tê pêkanîne.”

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa me Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 11 rojin windaye.

Di derbarê vê yekê de rojnamevanên Hewlêrê ji Rojnews’ê re axivîn.

Rojnamevan Îbrahîm Ebas wiha dest bi axaftina xwe kir: “Revandina Silêman Ehmed a bê sedem, zilmek din a desthiltaên Herêma Kurdistanê ya li beramberî rojnamevanan tê pêkanîne. Azadiya karê rojnamevaniyê li Kurdistanê dibin metirsiyê deye. Tometên li ser Silêman Ehmed hatîn ferzkirin ji rastiyê dûrin. Tenê wek rojnamevanek kar dikir. Ji bilî vê li gel ku xwedîbûna nêrînek siyasî bi yasayê tê rêxistinkirin, lê Silêman Ehmed ku bê suc hatiye girtin, tometa endamtiya partiyek siyasî lê hate ferzkirin.”

Îbrahîm Ebas her wiha destnîşan kir ku revandina Silêman Ehmed ji aliyê hêzên emnî ve, reftarek ne yasayî ye û binpêkirinek beramberî rojnamevanane û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Desthilat dixwaze bi vê yekê dengê azadîxwazan û rojnamevanan bitirsîne û azadiya wan bitepisîne.”

Rojnamevan Ferman Reşad jî derbarê heman mijarê de axivî û wiha got: “Revandin û girtina Rojnamevan Silêman Ehmed bê sedem û bê biryara dadwer binpêkirine. Her wiha sucdarkirina rojnamevanan û dezgehên ragihandinê yên ne girêdayî desthilatê ne, sûce. Divê dezgehên emnî li gorî yasayên rojnamevaniyê nêzîkî Silêman Ehmed bibin, lê nêzîkatiyên desthilat li beramberî Silêman Ehmed dike tepisandina azadiyê ye.”