21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

GEROKma zarokan kêfxweş dike

Hunermend Devrîm Demîr, diyar kir ku ew li ser navê GEROKma'yê li gelek bajarên Kurdistanê digerin û gera wan zarok û malbatên wan gelek kêfxweş dike û wiha got: “Ev tevgera me dihêle ku zarok û malbat bi hêsanî beşdarî çalakiyan bibin.”

Hunermend Devrîm Demîr ku endama Ekîba GEROKma’yê ye der barê xebatên xwe yên ji bo zarokan dikin de axivî. Hunermend Demîr,  diyar kir ku ji xebatên GEROKma’yê armanca wan ew e xwe bigihînin hemû zarokên li gund û bajarên Kurdistanê û çand û hunera kurdî bi wan bidin hezkirin û hestên kurdewarî di wan de bidin avakirin. Demîr, da zanîn ku bi salan e ew xebatên zarokan li saziyên çandê û li gelek gund û bajarên Kurdistanê li dar dixin û eleqeyeke zêde ji bo xebatên wan heye.

Demîr, li ser armanc û avabûna GEROKma’yê jî ev tişt anîn ziman: “GEROKma piştî erdheja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereş bû di 24’ê sibatê de dest bi xebatê kir. Em li gelek deveran geriyan, me dilê zarokên herêma erdhejê xweş kir. Armanca GEROKma’yê ew bû ku pêşî li deverên erdhejê kargehên zarokan ên hunerî li dar bixe. Ev xebat hê jî li gelek deverên erdhejê didome. Lê bi deverên erdhejê re bisînor nema. GEROKma hewl dide ku xwe bigihîne hemû gund û bajarên Kurdistanê.”

Di berdewamê de Demîr, der barê çûna xwe ya gundan de jî û ev tişt got: “Dema em diçin deverekê pêşî em bi amûrên xwe yên rîtmê li nava taxan digerin û stranên kurdî dibêjin. Mebesta vê yekê ew e ku em zarokan li xwe kom bikin. Jixwe zarok û mezin ên ku deng dibihîzin didin pey me. Di nava çend deqeyan de em dibînin ku em bûne girseyek. Ev tevgera me dihêle ku zarok û malbat bi hêsanî beşdarî çalakiyê bibin. Ji bo xebatên GEROKma’yê ji aliyê zarokan ve eleqeyeke pir mezin heye. Bê îstîsna her devera ku em çûne zarok daxwaz dikin ku em her tim biçin wir. Li gelek deveran em bûne şahid ku zarok cara yekem çalakiyên wisa dibînin.”

Daxwaza malbatan

Demîr, destnîşan kir ku ew her cara diçin li gund, navçe û  bajaran digerin malbat û zarok bi çûna wan gelek kêfxweş dibin û wiha got: “Bêguman malbat jî herî kêm bi qasî zarokan bi van xebatan kêfxweş dibin. Daxwazên dayik û bavan jî çêdibin. Gelek caran dibêjin ‘xwezî ji bo mezinan jî tiştek hebûya, ji bo me jî tiştan çêbikin mafê me ye jî’. Li Êlihê jî malbatek hat cem min û got, ‘Ji bo Xwedê hema hefteyê carekê werin ji bo zarokan van xebatan bikin, welleh hûn ê herin quncikê cinetê’. Dema malbat dibînin ku bi zimanê wan, bi çanda wan tiştek ji bo zarokên wan tê kirin hestewar dibin. Di heman demê de daxwaza berdewamiya van xebatan dikin. Gelek caran malbat bi xwe jî tevli çalakiyan dibin û ew jî weke zarokan kêfê dikin. Helbet ev xebatên me dê berdewam bikin.”