3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girse di dorpêça polîsan de 9’ê Cotmehê şermezar dike

 Li Parka Koşuyolu ya Amedê girseya ku bi armanca şermezarkirina 9’ê Cotmehê dixwazin kom bibin, rastî astengiya polîsan tên. Gel tevî astengiyê polîsan hewl didin kom bibin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz dikin

Gel li Parka Koşuyolu û li dora parkê bi boneya 9’ê Cotmehê roja salvegera komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bikin hewl didin kom bibin. Lê polîs komên tên cem hev dorpêç dike û nahêle komik bên cem hev. Girseya gel, tevî astengiyên polîsan hewl didin li parkê bicivîn. Komên di dorpêça polîsan de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz dikin.

31 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û MED TUHAD-FED’ê de bi sedan kes ji bajarên Sêrt, Colemerg, Wan, Erzirom, Riha, Şirnex, Mêrdinê hatin Amedê û dixwazin 9’ê Cotmehê salvegera komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bikin. Girse dixwaze li Parka Koşuyolu ya Amedê daxuyanî bide. Girseya ku li Çarriyana Navçeya Rezan kom bûn û xwestin bimeşin Parka Koşuyolu rasti astengiya polisan hatin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya, Serhat Eren û Halide Turkoglu jî li gel girseyê hewl didin bimeşin parkê. Rageşî didome.