6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtî Çîçek sirgunî Bodrumê kirin

Derket holê ku girtî Ugur Çîçek di 27’ê çileyê de bi darê zorê ji Girtîgeha Tîpa T a Odemîş sirgunî Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê hate kirin.

Girtî Ugur Çîçek (39) ku li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş a Îzmîrê dihat ragirtin, di 27’ê çileyê de sirgunî Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê hate kirin. Çîçek, di sala 2012’an de dema li Îzmîrê zanîngeh dixwend hate binçavkirin û girtin û bi angaştên “Endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” 32 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Çîçek, ji ewil li Girtîgeha hejmar 2 ya bi Tîpa F a Kiriklarê dihat ragirtin û di sala 2017’an de bi îşkenceyê sirgunî Odemîşê hatibû kirin. Di dema vê sirgunê de Çîçek û kesên li gel wî birîndar bûn.

Girtîgeha Bodrumê 2 roj piştre agahî da malbata wî. Malbatê nekarî bi Çîçek re hevdîtinê bike û derheqê wî de tu agahî bi dest nexistin. Hevalên Çîçek dan zanîn ku gardiyanan bi ser odeya Çîçek de girtine û sirgunî Bodrumê hatiye kirin.