10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtîgeh kirine îşkencexane

Ormanli diyar kir ku hevdîtinên girtî yên girtîgehan tên guhdarkirin û ev tişt got: “Ji bo mafê civakbûyîna girtiyan astengbikin cezayên ku du sal berê dabin hincetan nîşan didin. Qenalên televîzyonê de, destûr didin yên aligirê desthilatariyê

Desthilata AKP-MHP bi pêkanînên dermirovahî Tirkiye veguherandine girtîgeheke servekirî. Yên ku li mafên xwe digerin ji hêla dadgehan ve tên girtin. Ji ber vê hişmendiya girtinê hemû girtîgeh tije bûne û gelek girtî ji neçarî li erdê radizên. Bi taybetî jî bi girankirina tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re zext û zordariya li ser girtiyan zêde bûne.  Êdî girtîgeh hatine wê astê ku mafên girtiyan ên sereke; qadên hevpar, hevdîtina bi malbatê re û gelek mafên wan tên astengkirin. Tevî ku ev qas serlêdan ji aliyên girtîgeh û komeleyên mafên mirovan tên kirin jî desthilatdar bê deng dimîne. Herî dawî li girtigeha Kirklareliyê 6 girtî ji bo balê bikişîn ser binpêkirina mafên girtîgehan ketin greva birçîbûnê.

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Jiyan Ormanli têkildarî binpêkirinên mafên girtiyan ji rojnameya me re axivî. Ormanli diyar kir ku pirsgirêkên girtîgehan çareser nabin û wiha qala pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyandin, kir: “Pirsgirêkên ku pir caran di serlêdanan de em pê re rû bi rû dimînin yek jê ferzkirina lêgerîna tazî ya di bin navê lêgerîna berfireh de ye. Ev lêgerîna tazî hîn jî didome. Dîsa pirsgirêkek ku ev demeke dirêj e ji girtîgehên jinan serlêdan tê kirin, lê dîsa jî pirsgirêkên ku me çareser nekirine hene. Ev jî pirsgirêka kamerayê ye. Hundirê girtîgehê ji bilî serşokê, her der bi kamerayan tê şopandin. Girtî cilên xwe di cihekî piçûk û teng de diguherînin. Di heman demê de pirsgireka cotkelem0çekirinê heye. Dema girtiyan dibin neweşxaneyê yan jî dibin dadgehê her du destê wan kelemçe dikin û paşê kelepçeyekî li milê wan jî dixin. Em vê yekê wekî îşkenceyê pênase dikin.”

Ormanli got ku bi hincetan qadên hevpar girtiyan asteng dikin û ev tişt got: “Dîsa gelek caran ji ber pandemiyê qadên hevpar a girtiyan hat astengkirin. Hîn jî pirsgirêka astengkirina qadên hevpar didome. Em bibêjin ji bo mafên qadên hevpar a girtiyan asteng bikin cezayên ku du sal berê dabin hincet nîşan didin. Dîsa pirtûkên hin weşanxaneyan asteng dikin. Tenê destûra qenalên TV ên alîgirên desthilatê didin. Cil û bergên ji girtiyan re tên şandin bi hinceta ku rengê wan dişibe xebatkarên girtîgehê nadin girtiyan. Carinan dibêjin rengîn e, carinan jî dibêjin desen li serê heye, nagirin hundir.”

Aborî bandorê li girtiyan dike

Ormanli da zanîn ku serlêdan ji wan re tên yek jê pirsgirêka aboriyê ye û wiha domand: “Pirsgirêka aboriyê heye ku di vê heyamê de pirsgirêkeke pir mezin e. Ji ber rewşa aborî, buhayê qertên telefon, faks û nameyan jî tê de ye û gav bi gav ev serfiyat zêde dibe û girtî di ragihandina bi malbatên xwe re zehmetiyên mezin dikişînin. Dîsa xwarinê kêm didin girtiyan. Ji ber vê girtî vîtamîn û mîneralên ku hewce dikin nagirin, ev yek jî bandorê li ser tendûrsitiya wan dike. Ji ber vê yekê rewşa girtiyên nexweş her diçe xirabtir dibe.”

Ormanli bal kişand ser dayîna biryarên Lijneya Çavdêriyê ya Îdarî û wiha got: “Dema biryara Lijneya Çavdêriyê ya Îdarî ku biryara herî girîng dide, pirsên neobjektîf dipirse. Ji girtiya pirsên wan dixe rewşe nebaş tên pirsin. Ev jî dihêle ku infaza wan were şewitandin. Li ser vê mijarê pir zêde serlêdan tên kirin. Em wekî ÎHD’ê wisa difikirin ku divê Lijneya Çavdêriyê ya Îdarî bê guhertin. Pirsgirêkên cuda jî tên lê ev pirsgirêkên ku bi gelemperî û ji zû ve tên jiyandinn. Em dikarin bêjin carinan li heman kampûsa girtîgehê jî rewş ne weke hev e. Pêkanînên cuda tên kirin. Yanî li girtîgehên ku siyasî lê dimînin, pêkanînên kêfî tên kirin. Bi taybetî amirê îdarî biryarên kêfî didin û ev biryar nayên lêpirsîn. Wekî tê zanîn li Kirklareliyê 6 girtiyan ji bo balê bikşînin ser rewşa girtîgehan ketine greva birçîbûnê. Em bi saya serlêdanan der barê pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyandin agahdar dibin. Em piştî serlêdanan, diçin serdana girtîgehan. Li gorî encamên ku em bi dest dixin raporê amade dikin û dawiyê bi raya gîştî re parve dikin. Piştî wê em ji Wezareta Edaletê, meclîs, dadgeh û dadgeha înfazê re nivisan dinivîsînin. Bi gelemperî Wezareta Edaletê, meclîs û dadgeh li me vedigerin.”

Zextên zayendî

Ormanli diyar kir ku li girtiyên jin bi zextên zayendî re rû bi rû dimînin û ev tişt got: “Girtiyên jin, ji ber zayendî li gorî yê mêr zêdetir bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û zêdetir zor û zehmetiyê dikşînîn. Ev pirsgirêkên ku me qala wan kir bi gelemperî ji bo jinan jî derbasdar in. Bi taybetî jî pirsgirêka pergala kamerayê di qawîşên jinan de bêtir in. Qawîş 24 seatan bi kamereyan tên şopandin. Ev pêkanînên tên kirin cureyeke cudakariyê ye. Girtiyên jin xwe rihet hîs nakin. Pirsgirêkeke din a jinan jî tunebûna pedan e. Jin di şert û mercên girtîgehê de di veguhestina pedan de zehmetiyan dikişînin. Ji ber ku hinek rewşa jinên girtî ya aborî nebaş e, nikarin pedan bistînîn. Divê ped bi gelemperî ji hêla girtîgehê ve bên dayîn lê hin girtîgeh vê nakin. Girtîgehên ku peda didin jî, yên bêqalîte didin û ev jî rê li ber nexweşiyê vedikin. Girtîgeh ji der ve pedan nagirin û li qantînê jî nayên firotin. Di heman demê de ew nikarin xwe bigihînin hewcedariyên taybet û di vê mijarê de zehmetiyê dijîn.”

Ormanli axaftina xwe wiha bi dawi kir: “Bi taybetî girtiyên jin ên ku di girtîgehan de zarokên xwe xwedî dikin bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Ji bo her du aliyan jî pir zehmet e. Ev yek bandoreke xirab li dêrûniya zarok û jinan dike. Di dawiyê de ez dixwazim lê zêde bikim; di rojên pêşiya me de em ê li girtîgehan bigerin û li rewşa giştî binêrin. Em bi hemû hêza xwe hewl didin ku pêşî li neheqiyan bigirin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê