3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate valakirin

Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate valakirin ku nêzî 300 girtiyan lê dihate ragirtin, hate valakirin û girtî sewqî girtîgehên din kirin

Hat zanîn ku di 5’ê adarê roja yekşemê de hêzên ewlekariyê di danê sibehê de ji nişka ve bi ser Girtîgeha Tîpa D a Amedê de girtin û girtîgeh bi temamî vala kirin. Li gorî agahiyan, nêzî 300 girtiyên li wir dihatin ragirtin jî bêyî ku daxwazeke wan hebe li girtîgehên cuda hatin sewqkirin. Nehat zanîn bê ka girtî li kîjan girtîgehan hatine sewqkirin.

Girtiyê nexweş Ozkan jî hate sewqkirin

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye û kurê wî yê bi navê Ahmet Ozkan ku li wî dinihêre jî hatin sewqkirin. Hat zanîn ku Ozkan û kurê wî li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê hatine sewqkirin. Rêveberiya girtîgehê agahî da malbatê ku bav Ozkan û kurê wî hatine sewqkirin. Ahmet Ozkan, duh li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û wiha got: “Di roja yekşemê de em hatin sirgûnkirin. Gelek nexweşiyên bavê min hene. Ji ber ku ev nexweşiyên wî pêş ketine, nikare ser derenceyan bimeşe. Lewma me ji bo wî li qata jêr cihek amade kir. Li wir dimîne.”