4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewlet li stada Bûrsasporê bû

Cahît Kirkkazak

Li Tirkiyeyê di 6’ê sibatê de erdhêjeke mezin qewimî û gelek hemwelatî di bin kaviladan man. Hemwelatiyan di bin kavilandan de hawar dikir û digotin: “dewlet li ku derê ye” lê deng ji nûner û rêveberên dewletê dernediketin.

Dewleta ku hemwelateyên xwe dibin kavilanda bi tenê hiştibû, ji erdhêjên mehekî bi şûn de li Stada Bûrsasporê derket holê.

Ji damezrandina komara Tirkiyêyê heta îro li rojavayê Tirkiyeyê pir caran kurd rastî êrîşên nijadperestan hatin. Ev êrîş di van deh salên dawiyê de zêdetir bûn.

Mixabin li hember van êrîşan para nûner, rêveber û desthiletdarên Tirkiyeyê jî ne hindik e.

Êrîşên dawî di 5’ê adar’ê li Bûrsayê li hember tîma Amedsporê bû.

Tîma Amedsporê di sala 1972’yan de hatiye damezrandin. Û ji vê rojê û heta îro gelek caran navê tîme hatiye guhertin. Herî dawî di 28’ê cotmeha 2014’an de navê Amedsporê girtiye. Û piştê nav guhertinê vê de di her alî de li hember tîma Amedsporê êrîş hatin kirin.

Bi taybetî jî dema ku qeyyûm dan ser şaredarên bajarên kurdan û HDP’ê parlementer û hevserokê HDP’ê hatin girtin êrîş jî zêdetir bûbûn.

Heta qeyyûmê Amed’ê Cumali Atila ji bo piştgirî bidin Amedsporê û got “ji bo em alîkarî bidin Amedsporê divê navê time were guhertin.” Li ev pêşniyar ji aliyê alîgirên Amedsporê û rêveberiya Amedspor nehat qebûl kirin.Bi taybetî jî dema ku bi destê desthelatdariya AKP/MHP’ê parlementerên kurdan hatin girtin û dest dan ser şaredariyên kurdan wê de Amedspor jî ne bi tenê ji bo amediyan, ji bo gelek kurdan bûbû cîhekî tekoşîna hebûnê.

Ev rewş weke ku Che Gûevara dibêje “fûtbol ne listekeke rêzê ye, fûtbol çekeke şoreşê ye” ji bo kurdan jî Amedspor bûbû warekî hebûnê.

Û ji ber vê nasnameya Amedsporê di 2015’an vê de bi tenê di du pêşbirkan de aligerên Amedê çûn deplasmanê. Heşt sal in ji bo aligerên Amedsporê deplasman qedexe ye. Amedspor çi wext here deplasmanê hem li hundurê stadê hem jî li derveyên stadê, hem ji aliyê rêveber û peywirdarên devletê ve hem jî ji aliyê nijadperestan ve rastî êrîşên nijadperest û faşîst tên.

Êrîşên li hember Amedsporê ne êrîşên û nîqaşên di nav alîgiran de ye. Êrîşên li hember Amedsporê teqez êrîşên nijadperest in û di van êrîşan de neyartiya li hember kurdan derdikeve holê. Mînak di hemû cîhanê de nîqaşên alîgirê fûtbolê hene li Tirkiyeyê jî weke Bûrsaspor û tîma Beşîktaş, tîma Galatasaray û tîma Fenerbahçe, tîma Trabzonspor û tîma Rîzeyê jî di cnav alîgirên wan de nîqaş û pevçûn diqewimîn. Lê tu alîgirekî li hember alîgirên dinê de sloganên weke  ‘vatan sana canım feda, ya sev ya terk et, ne mûtlû turkum diyene, şehitler ölmez vatan bolunmez, vatanına goz dikenî ez oğlûm’ nayê gotin. Di van sloganan de jî xuya dibe ku ev êrîş ne li hember timêke fûtbolê ye, ev êrîş li hember gelekî ye. Û dîsa jî weke ku tê zanîn ev siloganên pergela nijadperest a Tirkiyeyê ne.

5 Adarê de pêşbirka Amedspor û Bûrsasporê hebû. Bûrsayî û aligirên Bûrsasporê ji hember amediyan û Amedsporê bi hestên nijadperestî tên zanîn. Tîma Amedsporê di 4’ê adarê de hat Bûrsayê, alîgirên nijadperest li ber çavên hêzên ewlekariyê xwestin ku êrîşî otêla ku lîstikvanên Amedsporê lê dimînên bikin. Molotof û kevir diavêtin otelê, sloganên nîjadperestî diavêtin  û weke ku wan digot derketibûn seyda aligerên Amedsporê. Ji ber vê rewşê rêvebir û peywirdarên Bûrsayê hatin hişyarkirin  ku tedbîrên ewlekariyê bigirin. Lê mixabin ji aliyê rayedaran ve tu tedbîr nehatibûn girtin, di serî de jî mudahaleyî êrîşan nedikirin.

Pêşbirka li Bûrsayê neyartiya li hember kurdan derketî bû asteke din. Wêneyên kujerên kurdan weke alan dihat nîşandan û pesnê kujeran didan. Ev wêne di bîranînên kurdan de cihekî girîng digirin. Ew wêne şiyara ‘beyaz toros’, kujer Mahmût Yildirim ‘yeşîl’, kujer û damezrînerên Jîtemê Cem Ersever. Ev her sê wêne di salên 90’an de li seranserên bajarên kurdan de weke amûrên mirinê tên dîtin. Êdî nijatperest hedefên xwe venaşêrin û di van wêneyan de aşkera dida nîşandan ku di hedefa nijatperestan de ne tîma fûtbolê ye, di hedefa wan da kurd bixwe ne. Ji aliyên kurdan û raya giştî ve bertêkeke xurt hat nîşandan. Ji ber bertêkên raya giştî de Suleyman Soylû daxuyaniyek da û got ‘peywirdarên ku tedbîr negirtine, lêpirsîn der heqê wan de hatiye vekirin û ji kar hatine vekişandin’ lê ev daxuyanî ji ber ku ne ji dil bû raya giştî têr nebû.

Lewre ê ku tîma Amedsporê dikir hedef yek ji wan jî Suleyman Soylû bixwe bû. Suleyman Soylû di 27’ê mijdarê 2019’an de sûcdariya weke ‘Cemil Bayik talimatê dide Amedsporê, Cemil Bayik talîmat daye ku 400 hezar lîra pere ji Amedsporê re bibînin’ dikir. Bi van tohmetan re Amedspor li hember nijatperest û faşistan û li hember saziyên dewletê dikir hedef. İro ji weke gotina ‘bi gur re dixwe bi şivan re digirî’ lê tîne.

Wel hasil; fûtbol bi tenê ne fûtbol e, Amedspor bi tenê ne Amedsporê û weke Che Gûevara dibêje ‘fûtbol ne listêkeke ji rêzê ye, fûtbol çekeke şoreşê ye’. Agahiya dawî ev erdhejên ku li dewletê digeriyan, dewlet dawiya heftê da li stada Bûrsasporê hatiye dîtin.