13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pervîn Buldan bersiva gotinên Devlet Bahçelî da

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bertek nîşanî êrîşên nîjadperest ên li hemberî Amedsporê da û got, “Amed heye. Amedspor heye. Hûn ê nikaribin welat vegerînin tarîtiya salên 90’î.”

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan bal kişand ser êrîşên ser Amedsporê yên li bajarê Bursayê û li qada lîstika bi Bursasporê re û wiha got: “Ez jî dibêjim; Amed heye. Wê hebûna xwe bidomîne. Amedspor heye û dê hebe. Ew ê berdewam golan bavêje.”

Buldan her wiha bersiv da helwest û gotinên serokê partiya MHP’ê Devlet Bahçeli yê ku piştî vê bûyerên pesnê Bursaspor dabû û xwedî li wê êrîşa faşîstan a li dijî lîstikvanên Amedsporê derketibû.

Buldan di bersiva xwe ya ji gotinên Bahçelî re wiha gotiye: “Amed heye. Wê hebûna xwe bidomîne. Lê hûn tune ne û hûn ê winda bibin. Piştî 3 mehan hûn ê bi tevahî ji siyasetê werin paqijkirin û winda bibin.”

Buldan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Gelên me wê li ser sindoqan bersiva herî mezin bidin kesên ku dixwazin ruhê tarî yê salên 90’î zindî bikin û faşîzmê weke xwîna xwe dibînin.  Hûn ê nikaribin vî welatî vegerînin tarîtiya salên 90’î.”

Der barê vê helwesta faşîzan de Buldan gotinên xwe wiha berdewam kir û got: “Em ê destûrê nedin vê. Lê hûn ê di çala tarî ya salên 90’î de bimînin. Dîrok wê her tim we wiha bi bîr bîne. Divê xwediyên vê tehdîda li dijî hemû gelên Tirkiyeyê zanibin ku hûn ê li hemberî têkoşîna me ya demokrasî û aştiyê bi hemû zozanên xwe yên qirêj têk biçin.”