18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtina rojnameger Ren 90 roj dirêj kirin

Girtîgeha Jinan a Amedê girtina nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren bi îdiaya “Cezayê disiplînê” 3 meh dirêj kir û berdana wê taloq kirin.

img

Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren di 25’ê cotmeha 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibû binçavkirin û bi hinceta teqezbûna dosyaya wê hatibû girtin. Tehliyeya Ren, bi îdiaya “cezayê disiplînê” ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Bi vî awayî Derya Ren dê 90 rojên din zêde li girtîgehê bimîne.

6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bi îdiaya “Bi dilxwazî û bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 13 meh û 15 roj cezayê hefsê dabû rojnameger Ren. Dadgeha Bilind jî ev ceza di sala 2022’yan de erê kir û ren hate girtin. Ren, di 31’ê tebaxa 2023’yan de bi daxwaza “berdana bişert” serî li 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Amedê da. Dadgeriyê di 17’ê cotmeha 2023’yan de daxwaza Ren bi hinceta guherandina qawîşê red kir.

Ren li bendê bû ku di 6’ê gulanê de were tehliyekirin. Ren, li ser telefonê li malbata xwe geriya û got ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê bi îdiaya “cezayê disiplînê” tehliyeya wê ji bo 3 mehan taloq kiriye.

Parêzerên Ren dê li dijî biryarê îtîraz bikin.