19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiya ku piştî 30 salan hat berdan careke din girtin

Şadiye Manap a piştî girtina xwe ya 30 salan roja ku wê bihatina berdan hatibû bînçavkirin careke din hat girtin.

Şadiye Manap ku di sala 1992’yan de li Rihayê hatibû girtin û cezayê muebetê lê hatibû birîn, di 1’ê kanûnê de cezayê wê qediya û hat berdan. Lê berî ku ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê derkeve bi hinceta lêpirsîneke ku di sala 2020’an de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” der barê wê de hatibû destpêkirin ji aliyê polisan ve hat binçavkirin. Piştî binçavkirina xwe ya 4 rojan îro Manap li Edliyeya Kocaeliyê derket edliyeyê û piştî lêpirsînkirina dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Silhê hat kirin. Dadgeriyê, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” careke din biryara girtina Manap da û ew şand Girtîgeha Jinan a Kandirayê.

Hat hînbûn ku di çarçoveya dosya ku Manap jê hat girtin de beriya niha îfadeya wê hatiye girtin.