19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di meha mijdarê de 31 jin û 5 zarok hatine kuştin

JINNEWS’ê bi çeteleya xwe ya tundiyê ku her meh amade dike ragihand ku di meha mijdarê de 31 jin û herî kêm 5 zarok hatine kuştin û 13 jin û 4 zarok jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha Jinnews der barê tundî û cinayetên jin û zarokan de daneyan kom dike. Li gorî daneyên Jinnewsê yên meha mijdarê, 31 jin di encama tundiya zilaman de jiyana xwe ji dest dane. Li jinên ku mirina wan “bi awayekî biguman” derbasî qeydan bûne û mirinên wan nehatine ronîkirin vê mehê hin jinên din zêde bûn. Di meha mijdarê de mirina 13 jinan “bi awayekî biguman” derbasî qeydan bûye.

Di meha mijdarê de ligel bûyerên tundiyê, bûyerên berê ku wek mirinên biguman hatibûn derbaskirin jî tên ronîkirin. Berfîn Ep a 14 salî ya di 28’ê gulana 2020’î de li zozanên Çemê Karê ya Berwarî ya Sêrtê ku hatibû îdiakirin bi çekê întîxar kiriye, di lêpirsîna ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a Sêrtê ve hat meşandin de derket holê ku Berfîn hatiye kuştin

Faîlên jinan

Li gorî çeteleyê di meha mijdarê de 31 jin hatine kuştin 13 jin jî biguman jiyana xwe ji dest dane. Yek ji faîlan polîsekî berê bûye. Jin dîsa ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatin kuştin. 15 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 8 ji aliyê hevalên xwe ve, 3 ji aliyê xizmên xwe ve, yek ji aliyê hevjînê xwe ku dev ji hev berdane ve û yek jî ji aliyê zilamê ku nas dikir ve hat kuştin. Faîlên du jinan nehatin tespîtkirin û jinekê jî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da. 2 jinên ku ji aliyê hevjînên xwe ve hatin kuştin di asta berdanê de bûn.

Li gorî bajaran jinên hatine kuştin: Li Stenbolê 6, li Îzmîrê 3, li Hatayê 2, li Antalyayê 2, li Manîsayê 2, li Denîzliyê 2, li Amedê yek, li Bursayê yek, li Qeyseriyê yek, li Enqereyê yek, li Muglayê yek, li Uşakê yek, li Dîlokê yek, li Konyayê yek, li Semsûrê yek, li Erziromê yek, li Êlihê yek, li Edeneyê yek, li Kocaeliyê yek, li Boluyê yek.

5 zarok hatin kuştin

Her wiha di meha mijdarê de herî kêm 5 zarok hatin kuştin û 4 zarok jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.